STENBOL
Rojnameger Ferhat Arslan xebat dike ku, taybetmendiyên civaka xwezayî û her aliyê jiyana gelên herêma qedîm yên Mezopotamyayê ku heye roja me hatine îro bi wêneyan dike belge.
Di wêneyên ku bi objektîfa nûçegîhanê Dêrsimê yê Ajansa Nûçeyên Dicleyê (DÎHA) Ferhat Arslan de, cil û bergên kurdan, jiyana wan ya rojane û pergal û amûrên bi kar tînin gelek balkêş in.
Pêşangeha Aslan ku di festîvalên Batman, Silopê û Cizîrê bi navê "Rengê Mezopotamyayê" li dar ket ji 33 wêneyan pêk tê.
Di wêneyan de li Bêşebabê destarên ku ji demê neolotîk heya roja me mane û di gelek cihan de jî di pencereyên xaniyên xewre yên Koçeran de awirên bi tirs yên jinan hatine pêşkêş kirin.
wekî din di wêneyên Arslan de Sûrên Amedê yên bi hezaran salin bi hemû xweşikiya xwe li ser piyan in dixuyin.
Her wiha di objektîvên Arslan de dema ku koçerên çiyayê Kato konên xwe vedikin û portreya jinek ciwan ya bi cil û bergên kurdî di nav stûnên dîrokî yên Gola Masiyan ya Rihayê tê dîtin.
Kurdên ku di salên 1990’an de gundên wan hatîn valekirin, ji xaka Mezopotamyayê koçberî Çukurovayê kirîn li rexê ew qas tengasiyên aborî û sosyalî di metrepolên bê guneh de jiyan kirin di van dîmenan de baş xuya dikin ku li hemberî ew qas zehmetiyan karîne çanda xwe bi parêzin.