Ji bo guhdarîkirinê:
Roniya êvarê ya stêrkên birqok li pêlên ava hênik a behra Wanê daketibû, halan dida xwe û pê re diçû dihat. Êvarek bû, dema asîman bi şîneke bêguneh behra Wanê direqisand, bêdengiya bahoza di hundirê min de çiqas bideng bû kesek nizane.
Wê rojê, dema ku te dabû pey xeyalên xwe yên xwendekariyê û çûbû, di lêgerîneke demkî ya bi xeyalên çikûsî nexişandî gavên te bi ber qeraxa behra Wanê de diçû. Tu çû û çûyîna te bû çûyînek nediyar. Valahiyeke kûr di sînga min de deng veda. Bû êş û hîsek nedîtî. Di wê kêliya ez jî di nav de, tu kesî nedikarî xwe bigihîne te û te bibîne. De ka ez ê çawa êşa xwe bi te re parve bikim? Te ez bi êşa min re bi tenê hişt û tu çûyî Rojîn!..
Te ez mîna Behra wanê bi tenê hişt û çûyî…
Rojîna ku roj li min da sekinandin û nema hiltê…
Reyîna kûçikên dev bixwîn hew tenê di vê sibeha sayî û winda de bi ser asîmanê dilê min ket. Ricifîm, bi kilkirinek bêlome ketim sekratê û berê min da behra Wanê. Li wir, li ber bedewiya behra şîn min çong veda û li te geriyam. Min destê xwe li ber asîmanê Axtermeyê vekir û hezar lawa ji Metranê Îsa kir ku bi gaziya te de were…
Kanî, ez ê li qeraxa behra Wanê rûniştima, te yê serê xwe li ser çonga min daniya, me yê bi hev re li bedewiya wê bimeyzanda û minê ji te re çîroka Eliyê Qolaxasî û Meyremayê bigota? Lê çûyîna te vegera te pêk nehanî Rojîn... Te bêdengiyek giran da ser asîmanê min û behra Wanê. Jiyan rawestiya û êşek nedîtî hikûm kir... Dilê dayika te, çavên hevalên te, hemû hezkiriyên te ku hilgirtibûn
Dev ji min berde, dilê bav dilekî çikûsî ye. Bêyî ku zanibim tu winda bûyî… tê bêjî tiştek ji min kêm nebû û bi herikîna jiyanê re her tişt ne awarte û asayî berdewam dike? Her çend di ser vê windabûna te ya bêdeng re kêlî derbas dibe jî, dilê min hîn li cihekî sekinandî ye, navîje û li benda te ye Rojîn.
Gotina ne li bendê bûm dan der. Xwe ‘xeniqandiye’ nivîsandin. Bi awayên xwe ya qirêt û gotinên xwe yên pûç dixwazin te ‘xwekaştî’ nîşan bidin. Di çavên te, aramiya li ser rûyê te, tofana hundirê te de ev tune. Dizanim tune!.. Bila werin ji min bipirsin. Dilê te yê pir mezin, asoyek bê dawî û lehiya tofanek ji nû ve jîn bû, dizanim Rojîna min. Ev dil tenê dizane di awirên te de çawa çirûskên lehiya tijî evînek paqij vedide. Û cardin xwestin herkes bi awayê xwe te îzah bikin û hîn îzah dikin. Kesî bi tevahî rastiya êşa te, azadiya di nava dilê te de ku tu pê dibişirî û kifş nebûyî hîs nekir. Ji ber ku fahm nakin jiyan çiqas kûr e, loma te wekî ‘xwekujekî’ pênase dikin.
Lê ez nikarim çûyîna te wekî ‘xwekujekî’ qebûl bikim Rojîna min. Ez dizanim, te bi bêdengî deryaya hundirê xwe ji behra Wanê re vereşandiye û ji wan kesên ku êşa windabûnê fahm nakin girtî ye. Lê, ne tenê dinyaya te, dinyaya min jî kuştin. Asoya dilê vî bajarî û behra wê ku li kêliyên aramiyê digere jî kuştin. Wekî yên dinê dixwazin ser windabûna te jî bê nixumandin. Dibe ku hîn ez li wateya windabûnê digerim, kî dizane? Belê, berî te pê re min kuşt, herî zêde awirên xweperest û sar a dinyaya me ya bêşerm û vala. Hestên hezkirin, evîn û mirovatiyê tê de nabînim û hîn min bi van awiran dikujin.
Piştî çûyîna te, her ronahiya ku di behra Wanê de xuya daqûlî nava pêlan dibû, mîna qêrîneke bêdeng li ser dilê min dadiweribî nava asoya jiyana min. Pêlên li qiraxa dixe û dihejin, silavên xatir xwestinê ne. Asîmanê bêdeng bi xemgînî li min û behra ku te da daqurtandin dinihêre. Lê bila bizanibin ku min tu winda nekirî, min ew winda kirin! Li ser kenê te, dilpakiya te, jiyana te gelek tişt hene ku ez bibêjim, lê ya herî zêde ez ê qal bikim; bi çend dilop hêstirên xwe bera ser dêmên min bidin pêvetir ne tiştek e! Tevahiya dinyayê li pişt çirûska çavên te kirin sirek û ma. Lê ez ê vê sirê hilgirim, zindî bihêlim û ber bi te ve gav bikim delala min.
Rojîn, bi wendabûna te re cihana min hilweşiya û parçeyek ji min winda bû. Awir û nêrîna te ya di wê behra sar a dilê min de hîn germ e. Stêrk mîna berê hîn geş e lê di kêliya herî geş a ronahiya şewqa wê de çira min tefandiye. Li ser behra wanê rengekî bi efsûn û bêhempa belav bike jî ji nişke ve di wê behra tarî de min bi te re winda kirin.
Bîranînek te ya dawî ku te wê rojê li ber behra Wanê dixwest bijî, lê hê te dest pê nekiribû hebû ne wer?
Ew bîranîna te ya nîvçomayî hê di bîra min de ye, hê fetlenokan li dor hişê min dide û di nav ramana min de şikil dide xwe. Dibe encama serhildaneke ku li pey bêdengiyekê xwe bide der. Serhildaneke li hember dinyaya ku min fêhm nake. Ew, min bi qandî windabûna te fêhm nakin û wekî bavekî ‘aqilberdayî’ pênase dikin!
Rojîn, her teqlek avêtina behra Wanê wiha dibe dengvedan û navê te li ber pêlên dilê min dixe. Çavên te yên zeytûnî, şahiya te ya efsûnî ku hembêzkirina te ya jiyanê çi qas xurt bû, niha hîn bêhtir hîs dikim.
Bi çûyîna te re helbesta ku heta hetayê wê bê nivîsandin li ser vî dilî hîn nehatiye xwendin. Niha gotin bêwate ye. Di her metnan de tiştekî aîdî te tê de tune be, awaza gotin û tîpan qêrîn û nalîna min a bêdeng e. Ji ber vê şîna te danaynim, helawa te belav nakim, gora te mermer nakim û dara zeytûnê li ber serê te naçînim; li min bibore Rojîna min! Tenê ez ê di bin siya mirina xwe de te kedî bikim û li ber pêlên behra Wanê kêlî bi kêlî li jiyanê mêze bikim. Bi mêzekirinê re ez ê bang kim û hey bang kim;
Ha Metranê Îsa!..
Min ji behra Wanê nexeyidîne!.. Kanî Rojîna min?.. Ma ne bes?..


