Amed
Her çiqas di rojnameya fermî de hatibe gotin ku li girtîgehê axaftina bi kurdî serbest e jî lê na. Mînaka dawî îro li dar ket.
Seroka Maseya Tirkiyeyê ya Komîteya Mafên Mirovan a Parlementoya Swêdê û Parlementera Partiya Sosyal Demokrat Anne Ludvîgsson, Parlementerê Partiya Sosyal Demokrat a Swêdê Yilmaz Kerîmov û siyasetmedarên kurd Yekbûn Alp û Evîn Çetîn li Girtîgeha Tîpa D a Amedê bi cîgirên Hevserokên DTP'ê re hevdîtin pêk anîn. Di dema hevdîtinê de dema siyasetmedara kurd Yekbûn Alp xwest bi DTP'yiyên re kurdî biaxive rastî astengiya rayedarên girtîgehê hat.
Heyetê piştî hevdîtinê li ber rêxistina DTP'a Amedê daxuyanyek da çapemeniyê. Parlementerên DTP'ê Sebahat Tuncel, Sevahîr Bayindir, Serokê ÎHD'a Amedê Muharrem Erbey, Şaredarê Sûrê Abdullah Demîrbaş û gelek kes beşdarî daxuyaniyê bûn.
Seroka Maseya Tirkiyeyê ya Komîteya Mafên Mirovan a Parlementoya Swêdê û Parlementera Partiya Sosyal Demokrat Anne Ludvîgsson, diyar kir ku mafên olî, bawerî, çandî zimanî ji bo herkesî hene û wiha got: "Demokrasî mafê wekhevî û azadiya deng dayînê ye. Demokrasî wekî siyaset mafê hilbijêrînê ye. Piştî hilbijartinên 29'ê Adarê gelek DTP'yî hatin girtin. Em li benda tiştek wiha nebûn. Bi girtin, binçavkirin, îşkence û tacîzkirina riyên çareseriyê venabin. Bi dayîna mafên demokratîk çareserî dibe. Ji bo demokrasiyê lazim e Tirkiye kedek mezin bide. Divê parlementoyên Ewropa û Swêdê jî zorê li Tirkiyeyê bikin."
Parlementerê Partiya Sosyal Demokrat a Swêdê Yilmaz Kerîmov jî diyar kir ku ew ji Midyada Mêrdînê ye û wiha got: "Ji ber zordariyan 31 sal berî niha em koçber bûn. Ji bo kurd, tirk, suryanî, asûrî bi hev re bijîn lazim e têkoşîna demokratîk bê dayîn. Operasyonên li hemberî DTP'ê bedadî ne. Lazim e mafê herkesî yê xwe îfadekirin hebe."
'Destûr nedan axaftina min a kurdî'
Siyasetmedara kurd Yekbûn Alp jî diyar kir ku di dema hevdîtinê de xwestiye kurdî biaxive lê rastî astengiyan hatiye û wiha berdewam kir: "Ez bi Cîgirê Hevserokên DTP'ê Bayram Altun re axivîm. Demokrasî bi girtina wan çênabe. Werin em demokrasiyê nekujin. Em demokrasiyê pêş bixin. Ez hêvîdarim ku siyasetmedarên kurd di zûtirîn demê de serbest bên berdan."
Siyasetmedar Evîn Çetîn jî diyar kir ku li Ewropayê mafên suryanî, asûrî û kurdan hene lê dema tên Tirkiyeyê ji van mafan bêpar dimînin. Çetîn wiha domand: "Ewropa li hemberî mafên kurdan bêdeng dimîne. Ku Ewropa bixwaze dikare bibe wesîleya dayîna mafên kurdan. Lê mixabin heta niha li hemberî şideta Tirkiye li ser kurdan dimeşîne, helwestek baş nîşan nedaye. Lê em dê ji bo mafên gelê kurd têkoşînê bidomînin."
Ji DÎHA'yê hatiye girtin


