Şîrketên li herêmê bi her awayî zordariyê datînin ser gel. Ne çareserî, pirsgirêkan ji bo gel derdixin. Dema tu dipirsî jî bersiv tune ye. Xwe dixin cihê dadgehê. Ceza dibirin. Neheqiyeke gelek mezin li holê heye....
Ji bo guhdarîkirinê: Roniya êvarê ya stêrkên birqok li pêlên ava hênik a behra Wanê daketibû, halan dida xwe û pê re diçû dihat. Êvarek bû, dema asîman bi şîneke bêguneh behra Wanê direqisand, bêdengiya...
Ji bo guhdarîkirinê: Dara zeytûnê yek ji kevintirîn û bi nirxtirîn destkeftiyên dîroka mirovahiyê ye. Zeytûna ku sembola herêma Mezopotamyayê ye, di dîrokê û çandên cuda de xwedî cihekî girîng e....
Hogir Berbir di sala 1976'an de li Dêrika Çîyayê Mazî hatiyê dinê. Ji ber xebatên xwe yên siyasî sala 1995'an hatiye girtin û 10 salan girtî ma ye. Wî, li girtîgehê dest bi nivîsandina kurdî kiriye û gelek kurteçîrok, helbest û gotar nivîsandiye.
Heta niha gelek xebatên wî di malper, kovar û rojnameyan de hatine weşandin,
Berbir, di navbera 2004-2007an de di Desteya Rêveberiyê ya Enstîtuya Kurdî ya Amedê û di 2007-2017an de di Desteya Rêveberiyê ya Komeleya Nivîskarên Kurd de cî girtîye. Ew yek ji damezrînerê Komeleya Wêjekarên Kurd e û hevserokatiya vê komeleyê kiriye.
Hin pirtûkên wî:
- Destanên Kurdî / Wêşanên Şaredariya Kayapinarê / Berhevkarî
- Siya Şikestî Tûrcel / Weşanên Aram
- Dûrsel û Marê Reş / Weşanên Ava / Çîrokên gelêrî
- Ji dengbêj Fadilê Kufragî Destan û Çîrokên Kurdî / Weşanên Enstîtuya Kurdî ya Amedê / Berhevkarî
- Zindanname / Weşanên J&J / Helbest
- Melekê Tawûs û Yêzîda / Weşanên Sîtav
- 8 çîrokên zarokan / Weşanên Şaredariya Baglarê / Çîrokên gelêrî