logo
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Xêz
    • Foto-Nûçe
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
3 ROJ
  1. Şaredariya Peyasê wê alîkariya perwerdehiyê bide 1.000 xwendekaran
  2. Festîvala Fîlman a Bogazîçî tê
  3. Balafir bi leza 340 kîlometreyî li avahiyan ket
news-details

Weşanger Berşev bang li Barzanî kir: Qedexeya li ser pirtûkên kurdî rakin

Pirtûkên kurdî yên ji Bakur diçin Başûr li sînor dieliqin. Weşanger û pirtûkfiroş Bawer Berşev bang li Serokwezîrê Herêm

  • Dîrok: 11/06/2021
  • Beş: Nûçe

Cemil OGUZ

Pirtûkên kurdî yên ji Bakur diçin Başûr li sînor dieliqin. Weşanger û pirtûkfiroş Bawer Berşev bang li Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî kir ku qedexeya li ser pirtûkên bi kurdî rake.

Bawer Berşev Xwediyê Weşanxaneya Dara ye, pirtûkfiroş e û Kordînatorê Pirtûka Kurdî ye. Careke din hinek pirtûkên wan ên ku diçûn Başûr li ser sînor rastî astengiyan hatin. Berşev bi ser twitterê re peyameke wisa belav kir: "Kiryarekî çend roj berê 12-13 pirtûkên kurdî kirîbû. Li sînorê gumrika Hikumet Kurdistanê nehiştiye ku derbas be. Xebatkarên gumrikê gotine 'xêr e tu van pirtûkên kurmancî tînî Başûr, divê tu ji wezaretê îzîn bigirî'." Berşev di twittirê de Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî etîket kir û bang lê kir: "Gelo dê kengê ev qedexeya pirtûkan rabe?"

HEQÊ GUMRIKÊ HEBE BIGIRE, QEDEXE ÇI YI?

Li ser meseleyê me xwe gihand Weşanger Bawer Berşev. Ew dibêje ku ev ne yekem car e, ev 6 sal in ew rastî tiştên wisa tên û van lê zêde dike: "Ji Başûr gelek pirtûk ji me têne xwestin. Hem kurdên Rojava ku li wir in, hem kurdên Başûr. Em dixwazin bi kargo bişînin lê hem dereng diçe, hem li Başûr sîstema kargoyê ne çalak e, gelek caran pirtûk jî winda dibin. Loma em kargoyê tercih nakin. Em dikin ku bi rêya otobusan bişînin. Carinan jî mişteriyên me dixwazin bi otobusê pirtûkan ligel xwe bibin. Dema li ser sînor pirtûk bi wan re têne dîtin xebatkarên gumrikê zorê derdixin. Aliyê Tirkiyeyê xebatkarên gumrikê dema pirtûkan dibînin pir bin fatûre yan îrsaliyeyê dixwazin lê aliyê Başûr dibêjin 'Na, divê tu herî ji wezaretê destûrê bixwazî'. Ji bo 10-12 pirtûkan çawa emê herin ji wezaretê destûrê bixwazin? Heqê gumrikê hebe, bigire û berde, tune be ev destûr çi ye? Çend roj berê kurdekî 10-12 pirtûkên li ser ziman bi xwe re birin, ji min re bi deng peyam şand, got gumrikê nehiştiye."

OTOBUS NEWÊRIN PIRTÛKAN BIBIN

Berşev bi otobusê dema dişîne jî rastî pirsgirêkan tê û wisa dibêje: "Du sal berê me bi otobusa Can Diyarbakir şandin, şofêr got 'Dest datînin ser paseporta me, qetiyen em pirtûkan nabin.' Tenê kolîyek bû, ajokar jî êdî newêrin pirtûkan bibin. Ma dest datînin ser penîr û rûn jî? Ji ber pirtûkên bi latînî ne, dibêjin qey hema her tiştê bi latînî siyasî û îdeolojîk e."

HERE DESTÛRÊ BIGIRE TIŞTEK TEWŞ E

Berşev qala bûyera du sê roj berê dike ku dîsa destûr nedane û dibêje, "Em dixwazin gumrik wisa neke. Bila pirtûkên latînî serbest bin. Dibêjin qey yên diçin tev siyasî ne, îdeoljîk in. Ev pirtûkên ziman in. Pirtûk çawa têne qedexekirin? Heqê gumrikê hebe heqê xwe bila bigirin û berdin. Qedexe çi ye? Bila ev qedexe rabe. Ev 'Here ji wezaretê destûrê bigire' jî tiştek tewş e. Ji bo 12 pirtûkan dibêjin herin ji wezaretê îznî bigirin. Gelek bin dîsa, lê 10-12 pirtûk çi ne?"

Pirtûkên ku vê cara dawî li gumrikê eliqîne hemû li ser ziman û folklorê ne. Hin ji wan ev in "Pirsên Rêzimana Kurmancî", "Dîroka Wêjeya Kurdî", "Zanista Edebiyata Modern", "Teoriyên Folklorê", "Memê Alan-Evdirehmanê Hekarî", "Pêşmerge", "Folklora Kurmanciyê", "Folklor û Teoriya Folklorê yên Îroyîn", "Pirsname-Bankeya Pirsên Kurdî", "Gotinên Redaksiyona Kurdî", "Arşîva Bîra Kurdan."



***

Bi şertê nîşandayîna çavkaniyê her kes dikare nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê bikar bîne. Bêyî nîşandayîna çavkaniyê bikaranîna nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê qedexe ye. 

 

 ***


Ji bo kanala Youtubê ya Diyarnameyê: 

 

Parve Bike

Youtube Me

Hinarên kurdan, îstatîstîk û agahiyên girîng

news

Li ser konsera Koma Amed û Ciwan Haco 2 pirs

news

Omer Dilsoz: Lihêfka bêdengiyê

news

H. Kovan Baqî: Gotinên te stêrk in Nowalîsa

news

Diyarname Nûçe: Pirtûkeke nû a Îrfan Amîda Zenge şev #podcast #diyarname20salîye

news

Diyarname nûçe:Bi hezaran kitabê kurdî hêvî wendoxanê xwu yê #podcast #diyarname #diyarname20salîye

news

Hogir Berbir: Hêlîn ne tenê avahî ye, çîroka jingehê ye

news

DILDAya Selahattin Demirtaşî

news

Diyarname:Pirtûkeke helbestan, “Sola Qetiyayî” derket #diyarname #diyarname20salîye

news

Dilşêr Bêwar: Ez baş im

news

Yeqîn H.: Bîr

news

Kobanî û Cebelîtarik

news

Mesûd Qeya: Ro li ava ye

news

Omer Dilsoz: Em gelek hez ji hêkên gundan dikin

news

Festîvala FîlmAmedê bi xelatdayînê bi dawî bû #diyarname20salîye #podcast #diyarname

news

Film: Fîlmê Adîle Naşît tê

news

Dor 60 helbestên li ser evînî

news

Rewşa Îsmaîl Beşîkçî, 28.09.2025

news

Diyarname: Koma Amed li Amedê konserê dide #diyarname20salîye #diyarname #books

news

330 Saliya Mem û Zînê tê pîrozkirin #diyarname #diyarname20salîye #pirtûk

news
Nûçe - Nivîsên Dawî
news
  • 06 11 2025

Şaredariya Peyasê wê alîkariya perwerdehiyê bide 1.000 xwendekaran

news
  • 04 11 2025

Bahçeli: Berdana Demirtaşî wê bi xêr be

news
  • 04 11 2025

Bakirhan: Tirkiye mecbûr e li gor Xala 46'an tevbigere

news
  • 04 11 2025

Demîrtaşî ji bo Bahçeli û Ozelî peyam belav kir

news
  • 02 11 2025

MSD’ê civînek li Swêdê li dar xist

news
  • 02 11 2025

Mîlyonek û 843 hezar û 722 ehliyet neguherîn

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Kuştina Weşanger

  • Dilşêr Bêwar
news

Suryanî bi kurdî lavayî Xwedê dikin!

  • Hogir Berbir
news

ev ne helbest e seba vê demsalê

  • Mesûd Qeya
news

Kîjan rastî?

  • Dilşêr Bêwar
news

Pelê darê û nefesa bê

  • H. Kovan Baqî
news

Piştî xwîna min guherî xuyên min jî guherîn!

  • Kazim Polat
news

‘Helal Et’, ‘Helal Kurdçe’

  • Cemil Oguz
news

Lihêfka bêdengiyê

  • Omer Dilsoz
news

Gotinên te stêrk in Nowalîsa

  • H. Kovan Baqî
news

Hêlîn ne tenê avahî ye, çîroka jingehê ye

  • Hogir Berbir
news

Ez baş im

  • Dilşêr Bêwar
news

Bîr

  • yeqîn h.
news

Ro li ava ye

  • Mesûd Qeya
news

Em gelek hez ji hêkên gundan dikin

  • Omer Dilsoz
news

Heke gotin xwîn bibin, ev nivîs ê bibe dilekî sekinî

  • H. Kovan Baqî
Ev jî hene
ad

Xelata Îbrahîm Ehmed dan Amedspor, Zara Mihemedî û gelek kesên din

ad

DENGȆ GUNDÎ

ad

Agahiyên li ser Rojava (Mijara Erdhejê)

ad

‘Keleh’ek din li keleha çîroka kurdî zêde bû!

ad

Ji Îsraîl û Filîstîn çavdêriyên kurdekî

ad

Li Antalyayê li ser "Mîn dît"ê nîqaş derket

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Şaredariya Peyasê wê alîkariya perwerdehiyê bide 1.000 xwendekaran

  • 06 11 2025
news

Festîvala Fîlman a Bogazîçî tê

  • 06 11 2025
news

Balafir bi leza 340 kîlometreyî li avahiyan ket

  • 05 11 2025

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Aynur Aras
  • Aytenxan
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Mîrza Ronî
  • Nûdem Hezex
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Foto-Nûçe
    • Foto-Nûçe
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî

Copyright © 2005-2025 Diyarname