Kurd di biwêjeke de qest dikin û dibêjin, ev lêlê ye hê loloya wê jî heye…
Go rojekê kurd û tirkek (ecêb e, xwezîl nebûna heval) bûn heval û rêwiyê heman riyê.
Bi galegal, meselok, henek û yariyan pir çûne hendik çûne, go yê tirk ji yê kurd re gotiye, bira em diçin diçin rê xelas nabe em nagihîjin cihê xwe, ka were em dor bi dor li hev siwar bin û kilamekê bêjin, dema kilam teva bû, bila vêga yê din siwar be û kilama xwe bêje.
Ew pêşniyaz li hesabê yê kurd jî hatiye, yeka wî nekiriye didu û gotiye dibe.
Yê kurd hema pişta xwe xûz kiriye, gotiye, de ka were ewilî tu li min siwar be û kilama xwe bistire û paşê jî ez…
Yê tirk xwe li pişta yê kurd kiriye û dest bi stranbêjiya xwe kiriye, gotiye ‘ pinara gelkî gorem, pinara gelkî gorem…’ û pêde çûye…
Piştî çend gavan strana xwe bi dawî kiriye li pişta yê kurd peya bûye.
Vêga dor hatiye yê kurd, yê kurd li yê tirk siwar bûye û dest kiriye bin guh û dest bi dengbêjiya xwe kiriye, bi kilama‘bêmalê’ gotiye lêlê lêlê lêlê û pêde çûye…
Pir çûne hindik çûne, bûye hûfekûf û inteoşa yê tirk.
Tirko dîtiye nabe, gotiye ‘lo kurdo, lo malneket ew çi ye, vaye gelek rê ye em tên, di bin te de pişt li min bû duqat, tu ha dibêjî lêlê lêlê û bêyî lêlêyê peyvek din naynî ser zimanê xwe; Gelo ew çi kilame ku ji sibehê ve ye lêlê lêlêya te ye, lê ew lêlê çima naqede!?
Yê kurd di bin simbêlan re keniye, gotiye bira tu nizanî, ew lêlê ye, lê hê loloya vê jî heye…
Vê sedsalê,
Li van deran,
Tiştên diqewimin,
Meriv çi bêje zêde, çi bêje kêm e (!)
Meriv dibê qey tiştên nebixêr ên rû didin wekî kilama yê kurd e;
Nizanim, ew a em dijîn qey lêlê ye û hê loloya wê jî heye!?