Mirov afirdeyekî serfkar e. Çendîn ku hemû jîndar serfkar in jî, lê ya mirov ji ber dikare hestan jî bi riya mêjûyî vegiherîne aqilekî û pê diyardeyan bîne holê, mirov ji hemû afirdeyên din du qatir serfkar e.
Li vê xaka ku şerê kurdan ê xweparastinê û pêwîstiyê- egerekê em bidin alikî, em dibînin ji dîroka tê zanîn heta îro, ku mirov çi diyarde afirandibe, pê giyanê xwe motîveyî jiyanê kiribe, roj hatiye wê diyardeyê derbek necamêrane, kujirane li heman mirovî daye.
Yanê çi xweda, çi ol, çi bîrdoziyên ku mirov di hişê xwe de bi goşt û can kiriye;
Hemû weadên bihuştî, azadî û xweşî bexş, îro roj têk çûne û mirov bi halekî pêrîşan maye li holê.
Berevajî, wan diyardeyan malik li mirov birine wêran e û ew mirovê ku tawanbarê wan afirdeyên qaşo xweşîbexş e, ji ber belengaziya bêhêzbûnê li hemberî wan hêzan maye rebenok, di nav qeyranan de ye û di valahiya cîhana manewî de, ku ev yek jî bi serê xwe bêhêvîtî ye û bêhêvîtî jî jixwe xwekuştin e, hevkuştin e.
Û li ber çavan e, eyan e, li serê me hemûyan e; ya diqewime jî jixwe ew kambaxiya xwe û hev kuştinê ye…
Ne hebûna xwedayê di mêjûyî de, ne ol, ne weadên bîrdoziyên azadîbexş; tiştekî nû divê, tiştekî ku mirov karibe pê birîna xwe derman bike, pê derûniya xwe ya azaran dikêşe xweş bike û xweş bijî, divê…
Mirov serfkar e, têkçûyî ye, jê re tiştekî ku karibe pir hêsa, sivik û erzan peyda bike divê; cewherekî nû, wisa ku peydakirina wî bo her kesî pêkan be…
Heke karibe, ceger bike bêje ‘ez ne girêdayî xwedayê we me, wisa jî bi çîn û bîrdoza we, bi ol û baweriya we, bi bazar, pergal û desthilata we ve ne girêdayî me û malbat û civaka ku li pêş serbestî, aramî û bextewariya min bendan datîne jî tevê… û hemû pêşbirk û pêşbaziyên we jî pê re…
Çimkî ne samîmî ne, hûn ne durist in û we bi xwe re mirov jî ne durist ne samîmî kiriye-dikin...
Belkî, xwe bi jê şûştinê, xwe bi jê darivandinê; belkî mirov karibe wî cewherî, duristiyê-samîmiyetê bi dest ve bîne, xweşikiya xwe car din bi dest bixe.
Çimkî, çi dem mirov-ahiyê samîmiyeta xwe, duristiya ji dest daye ji hêngê ve ye nexweş e, ne xweşik e… û bûye mexlûqekî xetere ye.
Ji bo wê; wekî zagon, wekî diyardeya pîroz lê ne pîroziyeke îlahî û olan e, bi samîmiyet duristiyeke mirovane, kes dikare bibe xwedan wijdanekê, wijdaneke dadwer û maf zan û bi hez…
Dê li ser vî erdê têrker;
bi jiyanê re
bi dostaniyê re
di nav make xwezayê de
bi hemû jîndaran re
karibe durist be samîmî be, deriyê bextewariyê veke;
derbasî wê cîhana xweşik bibe, bibîne jiyan çi qasî sivik, çi qasî delal e û bitamije ‘kes’ bûnê.
Dê karibe di bin nîrê desthilatên zor de derê; bi giyanekî xwe temamkirî bedewiya hez û evînê, jînê bibîne, biçêje, hay jê bibe bi hebûnê, hebûneke xweşiktir diyarî xwe û ê/a din bike.
bi aramiya giyanekî îlhambexş, dê karibe ji rêzê jî bijî û xwe bextewar bike.
Li hemberî xwe û her tiştî, jidil bûn, durist bûn; samîmiyet, samîmiyet…
Çimkî, duristî-samîmiyet têkbirina xweperestiyê, egoyê ye. Ew bidestxistina kesayetiya xwedan vîn e, kesayetiya bêtirs serbest û aza ye, serhildêr e, afirîner e û bi hindikiyan jî bextewar e…
Çimkî, duristî-samîmiyet bawerî pê anîne, jê netirsîn e, mirovbûn e û ji gişan jî girîngtir; ‘xweşikbûn e’.