Ji çar aliyên dinyayê ji bo ku xwe di nav çamûrê de bigezivînin tên vê derê. Çamûr li cem me jî pir e. Fermo werin.
"Çamûrhez" ji çar aliyên dinyayê ji bo xwe di nav çamûrê de bigevizînin diçin Başûrê Koreyê. Ew di wê baweriyê de ne ku ev çamûr ji bo nexweşiyên çerm baş e. Ev yek çiqas rast e yan nerast e ne diyar e lê ji bo gevizîna nav çamûrê her sal li welêt festîval tê li dar xistin. Îsal jî festîval hate li dar xistin û festîval dê du rojan bidome.