Stenbol
Kovara Tempoyê lîsteyeke 50 kesên ku Tirkiyeyê bi rê ve dibin çêkiribû, ev lîste bû sedema dozê.
Parêzerekî li Îzmîrê bi navê Yusuf Akin serî li dozger da û xwest der barê kovara Tempo û kesê ku nûçeya lîsteyê amade kiriye de ji xala 125'an a TCK'ê doz bê vekirin.
Ji ber ku navê Serokê PKK'ê Abdullah Ocalan jî di nav lîsteyê de bû parêzer Akin got ku kovarê sûcê "pesindayîna sûc û sûcdar" kiriye û xwest Serdozgerê Komarê yê Îzmîrê dozê veke.
Parêzer Yusuf Akin berê jî bi îdîaya ku reklam tirkan biçûk dixe der barê Peugeot de serîlêdana sûcdê pêk anîbû.
Ji rojnameya Starê hatiye girtin
**
Ji bo nûçeya lîsteya kovara Tempo: Kurdên ku Tirkiyeyê bi rê ve dibin