Balafirên dewleta Tirkiyeyê duh bi şev li ser sînor, li gundê Roboskî ya Qilabana Şirnexê gundî dan ber bombebaranê. Li gor agahiyên ku tên heta cesedên 35 kesî hatine dîtin. Cesedên gundiyan parçe parçe bûne.
Balafirên F 16 ên dewleta Tirkiyeyê duh bi şev li dor saet 23.30'yan bi îdîaya ku PKK'yî ne sînor bombebaran kir. Di wê demê de qaçaxçiyên ku mazot dianîn bûne hedefa balafirên dewletê. Hate gotin ku 50 qaçaxçî hebûn. Heta niha 35 cenazeyên ku parçe bûne gundiyan dîtin.
Serokê BDP' Şirnexê Baki Sondak, rêveber û edamên meclisa şaredariyê, endamên meclisa giştî ya bajêr çûn gund. Wekîlê Meclisa Giştî ya Bajêr Erşet Ediş li ser bûyerê wisa got: "Cenaze şewitîne, bûne komir. 15 ambûlan niha ji gund hatin. Ji ber berfê erebe nikarin herin. Gundî çûne cihê bûyerê. Telefon nakişînin. Li gor birîndarekî ku got, balafirên şer pêşî bombe kirine. Paşê bêhnek giran hatiye. Agir bi her derê ketiye û cenaze şewitîne."


