Diyarname
Bi beşdariya derhenêr Hîşam Zeman û Mustafa Gundogdu gotûbêjek li ser sînemaya kurdî li dar dikeve.
Hîşam Zeman derhênerekî kurd e û heta niha çend fîlm kişandiye. Mustafa Gundogdu jî di warê sînemayê de organîzetorekî ye û salên dirêj wî ligel hevalên xwe Festîvala Fîlmên Kurd a Londonê li dar dixist. Zeman û Gundogdu ku her du jî li Ewropayê dijîn niha li Stenbolê ne û dawiya vê hefteyê dê gotûbêjeke ligel wan li dar bikeve.
Gotûbêj li Weqfa Îsmaîl Beşîkçî li dar dikeve û her du dê li ser sînemaya kurdî biaxivin.
Roj: 23.02.2014, Yekşem
Saet: 15.00
Cih: Weqfa Îsmaîl Beşîçkî (Beyoglu, Stenbol)