Diyarname
Bi guherîna Şaredariya Antalyayê de beşa Pêşbaziya Neteweyî li Festîvala Porteqala Zêrîn hat zêdekirin. Niha festîval li benda berheman e.
56'emîn Festîvala Porteqala Zêrîn a Antalyayê îsal di navbera 26'ê kewçêrê-1'ê sermawezê de li dar dikeve. Şaredariya Antalyayê ku dema borî di destê AKP'ê de bû Pêşbaziya Neteweyî betal kiribû, şaredarî îsal kete destê CHP'ê. Şaredarî biryar da ku beşa Pêşbaziya Neteweyî carek din li festîvalê zêde bike.
Niha fîlmên li Tirkiyeyê ha tine kişandine dikarin serÎ li festîvalê bidin. Serîlêdana dawî heta 26'ê rezbera 2019'an de. Her wiha di beşa Pêşbaziya Navneteweyî de jî ji bo serîlêdanê demê dest pê kir. Festîval îsal bi temamî dê mîlyonek û 357 hezar û 500 TL diyarî belav bike.