Diyarname
Komeleya Nivîskarên Kurd ji bo "Roja Çîrokê ya Cîhanê" çalakiyeke li ser çîrokê ligel nivîskarên ciwan ên kurd li dar dixe.
Çalakî bi diruşma "Çîrokeke her kesî heye, ji bo her kesêkî çîrokêk heye" li dar dikeve.
Li gor agahiyên Komeleya Nivîskaran, çalakî wê bi axaftina Hevseroka Komeleyê Remziye Arslan dest pê bike û dûre danişîna yekem li dar bikeve. Di danişîna yekem ku modernatoriya wê Îsmaîl Dîndar dike de wê Ayşegul Tozoren li ser "Edebiyata Muebbet"ê biaxive. Paşê Enise Çager û Abdullah Eser wê çîrokên xwe bixwînin.
Di danişîna duyem de ku Omer Faruk Baran dê moderatoriya wê bike de wê çîrok bêne xwendin û axaftin bêne kirin. Mêvanên vê beşê jî Elide Zerri, Piştivan Halepçeyî û Şevger Çiya ne.
Çalakî roja 16'ê vê mehê saet 13.00'an de li Navenda Çanda Cegerxwîn a li Kayapinara Amedê li dar dikeve.