Diyarname
Belgefîlmê bi navê "Kara Vagon" (Vagona Reş) ku li ser Dêrsima 38'an hatiye kişandin li Salona Yeşîlçama li Beyogluya Stenbolê tê nîşandayîn. Ji bo kesê lê temaşe nekirine belgefîlm heta 17'ê gulanê li Yeşîlçamê ye.
Belgefîlm bi ser gotina sivîl û leşkerên wê demê re bûyera 38'an a Dêrsimê, komkujiya wê demê tîne ziman. Derhêneriya belgefîlm Ozgur Findik kiriye. Belgefîlmê ku kurtedemek berê wekî DVD jî ketibû piyaseyê niha li Salona Sînemayê Yeşîlçamê tê nîşandayîn.
****
Nûçeya eleqedar: