Diyarname
Nejdet Atalay di sala 1978'an de li gundê Tumoq a Hezoya Batmanê hatiye dinê. Dibistana seretayî li gund, navîn li Batmanê xwendiye. Wî li Zanîngeha Dîcle li Fakulteya Endazyarî-Mîmarî beşa Endazyariya Makîneyan temam kiriye.
Atalay li Amedê di serî de li TMMOB'ê, li gelek saziyên sivîl şebitiye. Atalay ku ji dema xwendekariya xwe de bi siyasetê re eleqedar bûye di sala 2005'an de bû rêveberê DTP'a Amedê û di sala 2008'an de jî bû Serokê DTP'a Amedê.
Atalay ku di Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê de wekî şêwirmendê teknîkî jî kar kir di hilbijartina 29'ê adara 2009'an de ji bo Şaredariya Batmanê hat hilbijartin. Atalay wekî bedrendamê DTP'ê bi sedî 59.9 hat hilbijartin û bû Şaredarê Batmanê. Şaredar Atalay zewicî û bavê du zarokan e.
Em bên ser niha çima ev agahî me dan? Îro, yanê roja 24'ê mehê 4'emîn salvegera girtina Şaredar Nejdet Atalay e. Di 24'ê berfanbara 2009'an de ligel gelek şaredar û siyasetmedarên kurd, di çarçoveya "Operasyona KCK'ê" de hat binçavkirin û roja 26'ê mehê hat tewqîfkirin. Ligel ku hem li ser Atalay, hem li ser şaredar û siyasetmedarên kurd îdîayên ku ew qas girtî bimînin li ser wan nîn bin jî, ew ligel siyasetmedar û şaredarên din ên kurd hê jî girtiye. Atalay niha li Girtîgeha Tîpa D ya Amedê ye.
Ji bo kesên bixwazin name ji Atalay re bişînin navnîşan: Diyarbakir D Tipi Tapali Cezaevi C1/2 Oda, Diyarbakir