Kîbar Krîstîn Ozbey
Dema min li berga pirtûkê nihêrî min got teqez nivîskar qala kurdên ku mîna morîkên tizbiyekê li dinyayê belavbûne dike. Belê, Helîm Yusiv di vê romanê de qala morîkên belavbûyî yên Rojavayê dilê me û xwe dike. Qala her kesekî-morîkekî ku bêyî dilê xwe çûye Almanya û bi nexweşiyên derûnî ketine dike. Azad wênesazekî ku 20 sal berê ji welatê xwe derdikeve û li Almanya wergeriyê dike ye. Wergerî di bin navê companiyekê dewleta alman de dike. Bi derûniyeke nebaş wergeriya kurdên ku van çend salên dawî pêl bi pêl hatine Almanya dike û bi wergerî derûniya wî têk diçe.
Di nav van hemû bûyerên reş de tim xeyala diya wî ya ku dema Azad hatiye dinyayê miriye li jor wekî balindeyekê reş li seyra wî ye.
Evîneke têkçûyî ji serî heta binî li Azad dibe bela. Dike nake nikare xwe jê xelas bike û dawiyê…
Çend hevokên ku min ji pirtûkê xêz kirine û wê qet ji bîra min neçin vane li jêr in;
1- Heta niha min hiştiye ku bi hezarên kesan ji hev du fêm bikin û bi wê jihevfêmkirinê kêfxweş û razî bibin, lê heta niha min ji vî kesê biyanî yê ku di hundirê min de ye fêm nekiriye. Ez nizanim ev kesê di hundirê min de bi çi zimanî dizane. Dibe ku ji bo xwe jî li wergerekî bigeriyama.
2- Piştî şewatên mezin min fêm kir ku zimanê hezkirinê zimanekî wisa ye ku her kesê bixwaze pê biaxive divê haziriya xwe û şewitandinê bike.
3- Min nema dizanibû ne dûmana paçikê tabloyên şewitî ye, ne dûmana giyanê min e ku ji duh ve dişewitî(dema ku diqehire û tabloyên xwe dişewitîne û seyr dike)
4- Zewac û malbat mîna hebên sekinandina êşê ne. Ew jî wisa êşa tenêtiyê heta demekê disekinînin, lê bi hejandina sitûna malbatê re ew êş jî ji nû ve û bi awayekî ji berê xedartir vedigere. Ez dîsa vegeriyam nav çar dîwarên xwe.
5- Xisletên min xisletên giha ye. Gihayê kesk dema ku ji erda xwe tê rakirin zû ziwa dibe, zer dibe, hişk dibe û dimire. Ji jinekê bêhtir ez gihayek im.(penaberekê jin vedibêje)