AMED
Piştî biryara Dadgeha Cezayê Giran ya derbarê parlamenterên BDP’yî yên girtî de Rêxistina BDP’ê ya Amedê li ber Girtîgeha Tîpa E ya Amedê çalakî li dar xist. Cîgira Hevseroka Giştî ya BDP'ê Meral Daniş Beştaş, got: "Ev biryara hiqûqa paralel a dewletê ye."
Parlamentera BDP’ê Nursel Aydogan, Cîgira Hevseroka BDP’ê Meral Daniş Beştaş jî di nav de gelek hemwelatî ligel sermayê hatin ber girtîgehê û bi diruşman nerazîbûna xwe anîn ziman. Hevserokê Rêxistina BDP’a Amedê M. Emîn Yilmaz diyar kir ku ligel ji hêla hiqûqî ve di navbera Mustafa Balbay û parlamenterên girtî yên BDP’ê de tu ferq tune ye jî dadgehê cudakarî kiriye. Yilmaz wiha got: “Piştî Kemal Kiliçdaroglu çû DYA’yê û hat Balbay serbest hat berdan. Li gor me ev biryara dewleta paralel bû.” Yilmaz hatina Serokwezîr Erdogan a Amedê jî bi bîr xist û diyar kir ku piştî serîlêdanê li Geverê 3 hemwelatî hatine qetil kirin û dîsa biryara bernedayîna parlamenteran hatiye danîn.
Pişt re Meral Daniş Beştaş axifî. Beştaş got ku biryara ji bo Balbay ne tenê Balbay girê dide û wiha got: “Ew biryar ji bo her kesî ye. Vê yekê ne em Zagona Bingehîn a darbeyê dibêje. Ev biryar nîşan dide ligel dewleta paralel hiqûqa paralel jî heye. Bi vê biryarê dadgehê sûc kiriye. Em jî ji bo derbarê dadgehê de lêpirsîn bê vekirin em ê serî li Lijneya Bilind a Dozger û Dadgeran (HSYK) bidin.”
Beştaş got ku ev biryar nîşaneya berdewamiya operasyonên KCK’ê ye û wiha dom kir: “Ev biryar ne tenê parlamenterên me, her wiha hemû gelê kurd eleqedar dike. Gelê kurd dê vê yekê qebûl neke.”
Piştî çalakiyê gel bi diruşmên wekî “Bijî Serok Apo”, “Li îradeya xwe xwedî derkeve” belav bû.
**
Nûçeya eleqedar: