Lokman Polat
Dema romaneke nivîskarek kurd ê pêşî derdikeve ez wekî prensîp li ser gotareke dinivîsim, wê didime nasîn û li gorî zanebûna xwe dinirxînim. (Ger hin romanên pêşî ku derketibin û haya min jê tune be bila ew nivîskar li min biborin. Lê haya min pê bixin ezê bigirim, bixwînim û li ser binivîsim.)
Min hetanî niha li ser sed û pêncî romanên kurdî nivîsên nirxandinê nivîsîne û romanên kurdî yên cur bi cur şîrove kirine. Niha jî ez bi vî sernavî “Gerek di nav romanên kurdî de” pirtûkek nirxandina romanên kurdî amade dikim. Di pirtûkê de tenê cih didim romanên nivîskarên kurd ên yekemîn, ango yê pêşî.
Bê ku ez ferq bixim navberê, romanek nû ê kîjan nivîskarê kurd dibe bila be, kîjan nivîskarê kurd romana xwe a yekê –pêşî – biweşîne ez ê li ser binivîsim, wê şîrove bikim û her wiha bidim nasînê. (Ez di malpera “Çandname” û car caran di malpera “Diyarname” de gotarên danasîna pirtûkan û her wiha derbarê çand, edebiyat û rexneyê diweşînim.)
Ez ê nivîsên xwe yên derbarê romanên nû yên kurdî de dîsa di van her du malperan de biweşînim. Lê belê nivîsên ku di her du malperan de werin weşandin nivîsên cuda ne. Ne ku heman nivîs di her du malperan de derbikeve.
Min di her sê pirtûkên xwe yên der barê romanên kurdî de (Navê wan “Bîst Romanên Kurdî”, “Çil Romanên Kurdî” û “Pêncî Romanên Kurdî”) behsa hinek romanên nivîskarên kurd ên yekemîn kiribû. Ez wan nagrim nav vê pirtûka xwe ya nû. Romanên yekem ên nivîskarên kurd ku di nav rûpelên wan her sê pirtûkên min de cih negirtine, ez di vê pirtûka xwe de cih bidim wan. Romanên yekemîn yên nivîskarên kurd ku berê derketine û ji niha û pê ve derbikevin, ez ê wan binirxînim. Ez li dikanên pirtûkfiroş li romanên kurdî yên nû derketî digerim, dikirim û dor bi dor dixwînim. Dibe ku hinek romanan nebînim, bila xwendevan û nivîskarên romanivîskar min haydar bikin ku li ser agahdariya wan ez romanan peyda bikim.
Di danasîn, nirxandin û şîroveyên min de, dê hem pesin û hem jî rexne hebin. Ez ê pesnê hêla serketî a romanê bidim û heger kêmanî û şaşî hebin rexne bikim.
Ez dixwazim bala xwendevanên kurd bikşînim ser vê rastiyê jî.
Danasîn û rexne du tiştên cuda ne. Çarçoveya nivîseke danasînê diyar e. Danasîna pirtûkê, analîza pirtûkê nîn e. Di nivîsên analîza pirtûkan de mirov dikare bi berfirehî pirtûkê binirxîne û rexne bike. Di derbarê rexneyê de jî dîtin û ramanên min cuda ne…
Li gor bîr û baweriya min û zanabûna min a derbarê edebiyatê de; Edebiyat bi rexneyê pêş dikeve, dikemile, dewlemend dibe. Lê belê rexne divê rexneyeke çêker be, ne ku xirabker be. Rexneyên rexnekujan, pênûsşoran tu fêdeyê nade edebiyata kurdî. Rexneyên çêker, analîzên îlmî zanistî edebiyata kurdî xurt dike.
Ez ê di nirxandinên xwe yên li ser romanên kurdî de objektîf bim. Mirov tiştekî binirxîne, analîza pirtûk an bûyerekê bike, heta di şîrovekirina rewşeke siyasî de jî, divê mirov objektîf be. Li meseleyê dualî binêre. Tiştekî tenê reş yan spî nîn e. Ew tişt dibe ku hem reş be, hem jî spî be, hem baş be û hem jî xirab be.
Di nirxandina berhemên wêjeyî de divê mirov li berhemê dualî binêre. Di nirxandina berhemeke wêjeyî de, dema mirov objektîf nebe û yekalî be, dê bibêje ev berhem baş e, yan jî dê tenê bibêje ev berhem xirab e, ji tiştekî re nabe. Heger mirov bi şêweyekî objektîf berhemeke wêjeyî binirxîne, divê mirov hem şaşî û kêmaniyên berhemê bibêje, hem jî başî û hêla wê ya serketî. Lê belê dibe ku di berhemeke serketî de mirov şaşî nebîne û pêwîst nake ku îla ji bo rexne bigire behsa şaşiyên bêbingeh bike.
Di nirxandina hinek nivîsên ku li ser berhemên wêjeyî yên kurdî hatine nivîsîn de mirov dibîne ku nirxandinên wan yekalî ne, lewre jî ne objektîf in. Ew tenê şaşî û kêmaniyên berhemê dinivîsînin û zimanê xwe dirêjî nivîskarî dikin; ji bo nivîskar biçûk bixînin, çi ji destê wan tê, pêk tînin. Nirxandinên ku bi mentalîteya hesûdî û çavnebariyê bên pêkanîn, tu sûdê nadin wêjeyê (edebiyatê).
Wekî ku min li jor got, Ez dubare bikim; divê di nirxandina berhemên wêjeyî de rexnegir dualî li berhemê binêre. Divê rexnegir digel şaşî û kêmaniyan başî û serketinê jî bibîne û binivisîne. Rexnegir divê di nirxandina xwe de metodeke zanistî û objektîf bi kar bîne.
Di esasê xwe de, rexnegiriya edebî ji bo nivîskarên berhemên edebî rênîşandane, balkêşî ye, xwe ji şaşî û çewtiyan xilaskirine. Rexneyên çêker ji bo nivîskaran alîkariya herî giranbuha ye. Lewre jî, divê rexnegirên edebiyata kurdî analîza berhemên edebî bikin, wan li bêjingê xin û yên serketî û yên qels hilçinin.
Li bakurê Kurdistanê û li koçberiyê, sirgûnê bi taybetî jî li Swêdê ji bo pêşveçûna çand, edebiyat û zimanê kurdî kar û xebatên ku berê hatine kirin û her wiha xebatên ku di van sî salan de hatin kirin, hêjayê pesnê ne, bi nirx in. Berê bi piranî li Swêdê û niha li bakurê Kurdistanê gelek nivîskarên kurd yên nû ji bo pêşveçûna edebiyata kurdî kar û xebatên hêja pêk tînin û berhemên edebî yên serketî diafirînin. Di van çend salên dawî de gelek nivîskarên kurd yên nû romanên xwe yên kurdî ên yekemîn weşandine û diweşînin. Ezê jî bi nivîsên xwe bikim ku kedek bixim nava vê geşedana romanên nû.