Diyarname
Ji bo bîranîna siyasetmedarê kurd Orhan Dogan pêşangehek li Navenda Çanda Mem û Zînê vebû.
Di pêşangehê de ji zarokatî heta wefata wî wêneyên Orhan Dogan cih digirin. Pêşangeh bi eleqeyeke mezin re rû bi rû ma.
Ji şaredarên kurd û siyasetmedarên kurd, heta ji her beşê civakê gelek kes çûn serdana pêşangehê.