Diyarname
Şaredarê Misircê Nejat Yilmaz da zanîn ku ji bo navê navçeyê bi awayekî fermî wekî "Misirc" bê bikaranîn dest bi xebatê kirine.
Misirc navçeyeke Sêrtê ye. Piştî ku dewleta Tirkiyeyê navên gund, navçe û bajarên kurdan guherandin navê Misircê jî kirin Kurtalan. Niha Şaredariya Misircê dixwaze Kurtalanê biguherîne û navê wê yê kurdî Misircê bi awayekî fermî lê bike.
Şaredarê Misircê Nejat Yilmaz got ku ewê di meha pêşiya mede di Meclisa Şaredariyê de vê yekê nîqaş bike.
Wekî têbiniyekê: Şaredariya Misircê di destê DTP'ê de ye.