Diyarname
Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di hevdîtina bi birê xwe Mehmet Ocalan re (11.08.2013) li ser rojavaya Kurdistanê jî sekinî û li gor gotina Mehmet Ocalan, Ocalan wisa gotiye. "Li Rojava, El-Kaîde, bermayiyên kevn ên JÎTEM'ê û hin partiyên kurdan bi sêbirî kar dikin. Ev karkirineke şaş e. Ev îtîfaka sê aliyan e ku li ser kurdan komkujî jî dike. Ev gelek şaş e û xirab e. Ev nayê qebûlkirin. Ev kirin siberoj dê bi ser serê gelan de jî ibbe bela. Kî piştgirî bide van komên çete sibê dê bi ser wan de jî bibin bela. Gavek zûtir divê pêşî li komkujiya li Sûriyê bê girtin."
Li gor nûçeya Çagdaş Kaplan a di DÎHA'yê de Mehmet Ocalan dibêje birê wî gotiye divê parastina Rojava bê xurtkirin û wiha got: "Ji nan û avê zêdetir pêdiviya Rojava bi parastinê heye. Xurtkirina parastinê ji av û nanê zêdetir jiyanî ye. Ez silavên xwe ji bo gelê Rojava dişînim."