Ji Radikalê Ezgî Başaran bi Hevserokê KCD'ê Ahmet Turk re axivî. Vaye ji hevpevyîna Başaran çend gotinên Ahmet Turk:
Li ser Kongreya Neteweyî
- Ev kongreyek e, helbet dê bi hev re nîqaşek çêbe lê divê mirov wekî 4 parçeyên Kurdistanê hatine ba hev nenirxîne. Ji ber ku pêşeroja her parçeyî girêdayî welatê lê dijî ye,derdeke cuda yê kesek din nîn e. Lê em dikarin çawa keda xwe bixin nav xeyala pêşeroja ev, ev yek mijara konferansê ye.
Ocalan dest ji mafên kurdan bernade
- (Li ser pirsa 'Ocalanî daxwazên kurdan daxist asta herî jêr?') Ji daxwistina asta herî jêr wêdetir, helwesteke ku dê pirsgirêkê çareser bike nîşan dide. Ez vê dibêjim, ji bo pêşî li mirinan bigire çi ji destê wî tê dike. Helbet qet û qet dest ji daxwazên kurdan bernade. Lê ji bo ev daxwaz bêne cih ji dêvla bazarkirinê, dixwaze helwesta ku gel hev fêm bikin derkeve holê.
Bi ya min kurd Ocalanî baş fêm dikin. Helbet hin radîkal û mirovên ku heta niha tu berdêl nedane rexne bikin. Normal e, ji ber ku bilê wan ne şil e.
Li ser pêvajoya çareseriyê
- Ez rast bibêjim, hikumet dê kengê û kîjan gavî biavêje ji me re nabêje. Daxwazên me li holê ne: Perwerdehiya bi zimanê zikmakî, di bin Zagona Bingehîn de ewlehiya hemwelatiya wekhev û ji nû ve sazkirina rêveberiyên herêmî. Niha hikumet dibêje emê bendava hilbijartinê danexin, ev demokrasiyeke çawa ye. Bendavê derbas neke jî dê alîkariya partiyan bikin, ev jî kêmînek e. Em wekî BDP em serbixwe dikevin meclisê ji ber ku bendav heye. Wê çaxê dê alîkariya madî nedin me.
Meseleya Rojava
- Hûn nikarin bibêjin 'Em li dijî PYD'ê ne, ne dijî kurdan in'. Ez eşkere dibêjim, hûn wisa nêzî kurdên li Sûriyê bibin hûnê nikarin wan bigirin cem xwe, hûnê ji xwe dûr bigirin, hûnê bi temamî kurdan winada bikin. Gel êdî bêsebir dibe, ji ber ku hema hema xizmekî her kesî li Sûriyê heye. Gelek eşîr hene nîvê wan li alî me, nîvê din li Sûriyeyê ye. Zilm li gelê wir tê kirin û ew jî ji bo parastina xwe herêmeke bi ewle saz dikin û erê statuyeke xweser dixwazin. Ev yek ji bo Tirkiyeyê awantajek e, ne tehdîd e. Ma ji dêvla wan hûn dixwazin El Kaîde bibe cîranê we? Li ser rêya Serêkanî-Qoserê erebeyeke qelibî, têde komek ji 6 kesî... Kincên Artêşa Tirk li xwe kirine lê hemû jî ereb bûn. Beramberî vê, me ji Ewropayê 2 ambulans anîne ji bo alîkariya tibî, em dixwazin du korîdorên (rêyên) însanî vebin, ji Efrînê-Kobanî û Nisêbînê. Bifikirin, bêyî anastezî bê kirin emeliyet tê kirin. Lê dewlet destûrê nade ambulansan em derbas bikin. Ka em ji bo vê bibêjin çi?