Diyarname
Kovara navdar Newsweek ku ev 80 sal in weşana xwe didomîne cara dawî wekî kovara li ser kaxiz çapkirî derket. Kovar ji niha û pêde dê li ser înternetê weşana xwe bidomîne û êdî li ser kaxiz neyê çapkirin.
Pêşketina teknolojiyê bandor li gelek weşanên li ser kaxiz çapkirî kir. Yek ji wan jî kovara nûçeyan a Dewletên Yekbûyî ya Amerîkayê "Newsweek" bû. Kovarê cara dawî çapa xwe kir û di wêneyê reş û sipî yê bergê de avahiya kovarê ya li Manhattana New Yorkê weşand. Li ser berg jî wisa nivîsî "#lastprintissue (hejmara dawî ya çapkirî).
Ji ber hejmara firotina kovarê kêm bûbû kovarê dest ji kovara çapkirî berda.
Gerînendeya Giştî ya Weşanê ya kovarê Tina Brown got ku ev yek ji bo Newsweekê serdemeke nû ye. Di sala 2008'an de Daily Beast û Newsweek bûbûn yek û wê demê Brown ku yek ji avakarên Daily Beast e bû Gerînendeya Kovarê.
Newsweek yekemîn car di 17'ê rexemiya 1933'yan de derket. Her di navbera Newsweek û Time de qayişkêşaneke hebû lê Newsweek her li dû dima. Newsweekê di salên 1960'an de li ser mafên hemwelatiyan sekinî, bi taybetî hemwelatiyên reşik û bi vî awayî bal kişand. Her wiha bi nûçeyên xwe yên balkêş ên li ser Şerê Wîtnamê jî kovar navdar bûbû.
Newsweek dema pir dihat firotin tîroja wê 3 mîlyon bû lê piştî ku xwendevan û hatina rekleman kêm bû êdî dest bi windakirinê kir.
Karsaz Sidney Harman di sala 2010'an de Newsweek bi 1 dolarî dewr girtibû ser xwe, her wiha digel deynên xwe. Lê ev 1 dolar navdar bû.
Piştî kovar derbasî înternetê bibe gelek xebatkar jî dê ji kar bêne derxistin.