Diyarname
Vê hefteyê tene du fîlm ketin vîzyonê: "Arog"a Cem Yilmaz û "Muro"ya Zubeyîr Şaşmaz
Ev hefte ji aliyê ketina fîlman a vîzyonê ve kesat e. Tenê du fîlmên ji Tirkiyeyê hene. Her du fîlm jî ji bo girseya xwe hatine kişandin. Cem Yilmaz li Tirkiyeyê xwedî girseyeke taybet e û tişteke ku dike baş an nebaş dîsa jî ji aliyê gelek kesan ve tê temaşekirin. Fîlmê "Muro" jî ji rêzefîlmê "Kurtlar Vadisî" (Newala Guran) derketiye bûye fîlm. "Kurtlar Vadisi" rêzefîlmekî li ser mafyayê ye û li Tirkiyeyê ji aliyê gelek kesî ve tê temaşekirin. Karakterê "Muro" yê di vê rêzefîlmê de wekî "şoreşgerek" (!) derket holê, ji vê derê kişandin fîlm. Her du fîlm jî bi cureya komedî ketine vîzyonê. Û hefteya vîzyonê bi van herduyan hatiye dagirtin.
Muro (2008)
Derhêner: Zubeyir Şaşmaz
Lîstikvan: Mustafa Ustundag, Şefik Onatoglu, Selim Erdogan, Eray Turk
Cure: Komedî
Muro û Çeto ji girtîgehê derdikevin, ji bo ku ji gundê xwe dest bi şoreşê bikin vedigerin herêma xwe.
Plana yekem ew e ku bizewicin û bibin şoreşgerekî mînak. Lê li gund surprîzeke li benda wan e: Muxtarê gund dema Muro û Çeto li girtîgehê bûne ew bi du jinên rusî re zewicandine. Muro û Çeto ji bo bicihanîna şoreşa xwe divê pêşî van jinan bibînin û ji wan veqetin. Ji bo vê yekê vedigerin Stenbolê lê her cure bela bi ser wan de dibare.
Ji bo fragmanê:
***
AROG
Derhêner: Ali Taner Baltaci - Cem Yilmaz
Lîstikvan: Cem Yilmaz, Ozan Guven - Ozge Ozberk, Ozkan Ugur, Nil Karaibrahimgil, Zafer Algoz, Hasan Kaçan, Muhittin Korkmaz
Cure: Komedî
Arif piştî maceraya ku li gerestêrka Gorayê jiyaye tevî hezkiriya xwe hatiye dinyayê. Ew di nav heyecana zarokên xwe yên ku dê bên dinê de ye. Li dinyayê jiyan xweş derbas dibe, lê li geresitêrka Gorayê planeke xayînane dest pê dike.
Arif dê beşdarî şerê baş û xiraban a li ser axa kevirîn a dîrokî bibe û her tişt dê biguhere.
***
Ji bo fragmanê: