Diyarname
Dadgeha Sulh Cezayê 9 pirtûkên Weşanên Avestayê ku di navbera salên 2003-2017'an de hatibû weşandin qedexe kirin. Dadgehê bi Zagona Têkoşîna Dijî Terorê ya 7/2 û Xala 25'an a Zagona Çapemeniyê biryar da ku dest bide ser 9 pirtûkên Weşanên Avestayê û belavkirin, çapkirin û firotina wan qedexe kir.
Weşanên Avestayê li ser vê yekê îro daxuyaniyeke nivÎskî weşand, diyar kir ku pirtûkên tezên zanîngehên welatên cuda ne, hema bêje têkiliya wê bi Tirkiyeyê re nîn e ji ber "Zagona Têkoşîna Dijî Terorê" dest daniye ser wan û ev yek jî careke din rewşa azadiya fikir û ramanê nîşan dide. Di daxuyaniyê de hatiye gtoin ku heta niha weşanxaneya gelek caran rastî kirinên wisa hatiye, çawa heta niha xebata xwe dom kiriye ji niha û pêde jî bi heman biryardarî dê xebata xwe bidomînin.
Pirtûkên ku hatine qedexekirin ev in:
- Kan, İnançlar ve Oy Pusulaları, Turkiye'de Kurt Milliyetçiligi / Robert Olson (2010)
- Cesur Adamların Ulkesine Yolculuk / Dana Adams Schmidt (2011)
- Tasavvur Mu Gerçek Mi? Mahabad Kurt Cumhuriyeti Buyuk Guçlerin Politikasinda Kurtler 1941-1947 / Borhaneddin A. Yassin (2014)
- Magdur Diasporadan Sinir-Otesi Vatandaşliga Mi? Fransa ve İsveç'teki Kürtlerde Diasporanin Oluşumu ve ULus-Otesi İlişkiler (2010)
- Ulkemde Bir Yabancı, İsveç'teki Kürt Gençlerinin Aidiyet Politikalari / Barzoo Eliassi (2012)
- Çaldiran Savaşı’nda Osmanlilar Safeviler ve Kurtler, İlk Kurt-Osmanli İttifaki 1514 / Murad Ciwan (2015)
- Tanri ve Şeyh Adi Kusursuzdur: Yezidi Tarihinden Kutsal Şiirler ve Dinsel Anlatılar / Philip G. Krenyenbroek, Xelîl Cindî Reşow (2011)
- Kurdistan Bayraginin Altinda, Mustafa Barzani'nin Yaşamı ve Eylemi / Xoşevi Babekr, Paul Shethman (2010)
- Irak’ta Soykirim, Kurtlere Karşı Yurutulen Enfal Askeri Harekati, Middle East Watch (2003)