Diyarname
Yek ji pirtûkên çîrokan ê kurdî "Bihuşta Lal" a Selahattin Bulut ku ji aliyê gelek kesî ve hat ecibandin çapa wê ya yekemîn xilas bû û çapa duyemîn hat kirin.
Yekem pirtûka çîrokan a Selahattin Bulut, çapa xwe ya yekemîn di sala 2006'an kiribû, niha çapa wê ya nû derket. Bulut ku li Stenbolê karê pirtûkfiroşî dike, di heman demê de çîrokan dinivîse. Wî, piştî Bihuşta Lal pirtûka "Xadim" ku çîrokek dirêj e nivîsî bû û vê pirtûkê jî di kurtedemek berê de çapa xwe ya duyemîn kir. "Bihuşta Lal" jî "Xadim" jî ji Weşanên Avestayê derketin.
Di "Bihuşta Lal" de gelek çîrokên li ser rewşa civakî ya kurdan cih digirin.
Vaye parçeyek ji çîrokek "Bihuşta Lal":
Muawên bi rêketina otobusê re li bayê bezê xwe çengî destikê deriyê dawiyê dikir, lingê xwe yî çepê diavête aliyê hundir ser pêlikê, yê rastê jî li derve di valahiyê de li ba dikir. Car caran qeweta xwe berî ser destê xwe yî bi destikê derî ve dida, ser û sîngê xwe di deriyê nîvvekirî re dirêjî derve dikir û bi dengekî aza bang dikir:
‘Diyarbekir! Diyarbekir!’
Otobus hêdî hêdî di ber Ziyareta Darburê, di ser Kaniya Kulêbê re, li ser riya axînî, di nav toz û dixanê de dibû wek gilokek ewr, Dêrik li pêy xwe dihişt û diçû. Di ber Kevirê Kerr re derbas dibû, di Kaşê Ziyareta Xêratkê re bi ser Garê Rezê Dêwid diket, di ber Gundê Taşîtê û di nav Gundê Dêşanê re dibihurî, di Deştegewrê re qiyameyî Kaşê Şermixê dibû û di ber Bendê Rezan re dikete nava Qezaya Şermixê. Piştî bêhndayînekê di ber Gundê Tawisiyê re xwe digihande Avgewr, di nav Qezaya Çinara Avî re dibihurî û di rexê Şetê Dîcleyê re qiyameyî nava Bajarê Diyarbekrê dibû.
Bihuşta Lal / Selahattin Bulut / Çîrok / 72 rûpel