KADAR IBRAHÎM / COMERD ŞÊXO / QAMIŞLO
Muzîkjenê kurd ê navdar Ganî Mîrzo bi hevkariya Komeleya Muzîkjenên Bêsînor 250 alavên muzîkê pêşkêşî peymangeh û dibistanên muzîkê yên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kirin.
Hunermend Mîrzo ku 26 sal in li Spanyayê ye bi hevkariya Komeleya Muzîkjenên Bêsînor ku ew jî komeleyek e ji aliyê gelek muzîkjenên li welatên Ewropayê ve hatiye avakirin, xebatek dan dest pê kirin. Di encama xebatê de 250 alavên muzîkê kom kirin û ew diyarî peymangeh û dibistanên Bakurê Sûriyeyê kirin.
Di nav van alavan de amûrên muzîkê yên wekî keman, gîtar, çello, trompet, klarnet, def û cornet hene. Mîrzo da xuyakirin ku wan gelek amûr pêşkêşî peymangehên muzîkê yên li Kobanî û Hesekê kirine.
Nobar Milkonyam ku mamosteyê muzîkê ye û bi eslê xwe ermen e, spasiya Komeleya Muzîkjenên Bêsînor kir û bi taybet muzîkjen Ganî Mîrzo ku ked da û alavên muzîkê pêşkêşî wan kirin.
Ji ANHA'yê hatiye girtin