Diyarname
Îro li Kayapinara Amedê agir bi avahiyeke ket, heta niha 4 kes mirine.
Li Sîteya Rojava ya li Taxa Firatê ya Kayapinara Amedê agir bi avahiyê ket. Pêşî gotin 2 zarok 3 kes mirine, paşê kesek din jî mir.
Hevşaredarên Bajarê Mezin ên Amedê Dogan Hatun û Serra Bucak daxuyanî belav kirin û gotin "Mixabin sê jê zarok 4 hemwelatiyên me mirine. Em ji bo wan ji Xwedê rehmet, ji bo birîndaran şîfa û ji bo malbatên wan jî sersaxiyê dixwazin."
Li gor agahiya ku Walîtî belav kiriye di şewatê de dayik Bircan Çavdar, zarokê wê Yunus Emre (12), Elif û Zeynep (4) mirine. Cenazeyê wan birin Adlî Tiba Amedê.
Tê gotin ku ji panoya elektrîkê şewat derketiye.


