Diyarname Bi dehan mebûsên partiyên di Meclisa Alman a Federal de komên wan hene ji bo piştgiriya HDP'ê hatin ba hev. Mebûsan di çarçoveya bernameya "Mebûsan mebûsan diparêzin" li ber meclisa Almanyayê hatin ba hev û wêneyên mebûsên HDP'ê û hin şaredarên DBP'ê girtin destên xwe. Ji Partiya Yekîtiya Demokratan Frank Heinrich, ji Partiya Sosyal Demokrat Frank Schwabe û Cansel Kızıltepe, ji Partiya Keskan Tom Koenigs û ji Partiya Çep Sevim Dagdelen bi hev de daxuyaniyek hevbeş dan û gotin: "Em li bendê ne ku hurmet nîşanî mafên mebûsan bidin û der barê wan de lêpirsînan venekin." Mebûsên alman ji Hikumeta Tirkiyeyê xwest ku di cih de girtiya berdin. Û ev wêne ji wê çalakiyê ye...