logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!
  2. Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de
  3. Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket
  4. YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê
  5. Piştî maçê lîstikvanên Galatasaray û Fenerbahçeyê li nav sehayê pevçûn, polîs ketin sehayê
news-details

'Weşangeriya kurdî bi rojnameya Kurdistanê dest pê kir'

  • Dîrok: 17/05/2025
  • Beş: Nûçe

WAN
Roja yekem a 2'yemîn Sempozyûna Zimanê Kurdî ku îsal bi diruşma “Sosyo-Polîtîkaya Ziman” ji aliyê Egîtîm Sena Wanê ve tê lidarxistin, bi dawî bû.
Di vê rûniştina ku bi moderatoriya Endamê Egîtîm Senê Mehmet Sena Sonmez ve pêk hat de, rojnameger Serdar Altan behsa “Ji Aliyê Zimanî ve Erênî û Neyîniyên Çapemeniya Kurdan”, nivîskar Lal Laleş behsa “Rola Zimanê Kurdî di Weşangeriya Kurdî ya Îro de” û mamoste Adar Jiyan jî behsa “Rol û Mîsyona Egîtîm Senê di Tekoşîna Zimanê Kurdî de” kirin.

‘Sendîka dibistana siyasetê, bîrdoziyê ye’
Pêşî nivîskar Adar Jiyan axivî û bal kişand ser têkoşîna Egîtîm Senê ya ji bo zimanê Kurdî. Adar Jiyan diyar kir ku ziman wekî nan û av girîng e û wiha dom kir: “Tevî kesên di nava Egîtîm Senê de ku li dijî zimanê dayikê bûn, Egîtîm Senê ji aliyê zimanê dayikê ve gelek xebatên baş kir û ev yek bû dînamîzmek. Heke perwerdehî bi zimanê dayikê nebe bişaftin dest pê dike. Ji bo zarokek hezkirin, şîr û zimanê dayikê helal e û pîroz e. Gava zarokek ji cihana xwe ku bi zimanê dayika xwe afirandiye, dûr bikeve nebaş dibe. Egîtîm Sen, ne tenê wekî sendikayek, wekî saziyeke ku mafên civakî diparêze jî tevdigere. Egîtîm Sen tenê sendikeya kedê nîn e, Egîtîm Sen sendikeya ziman, ekolojî, siyaset hwd. e. Ji ber ku ne bi serê xwe ye, nikare xwestekên xwe pêk bîne. Ji aliyê dewletê ve gelek zextan dibîne û ev yek destûrê nade ku xebatên xwe bi rêk û pêk bimeşîne. Sendîka dibistana siyasetê, bîrdoziyê ye û divê wisa be jî.”

‘Weşangeriya kurdî bi rojnameya Kurdistan dest pê dike’
Dû re weşanger-nivîskar Lal Laleş axivî û anî ziman ku di weşangeriyê de gelek aliyên ciherenk hene. Lal Laleş diyar kir ku ji bo miletekî bindest tiştî herî girîng ji bîr nekirin e û ev tişt got: “Bîra miletekî her tiştê wan e û heke mirov bîra xwe ji bîr bike, nikare bigehê cehwerê xwe. Lewma ji bo kurdan arşîv tiştekî pir girîng e. Heke mirov ji aliyê belge û kaxizan ve lê binêre, bîra me li mizgeft, dêr û medreseyan de ye. Yek jî çavkaniya arşîva kurdî cih û belgeyên olî ne. Weşangeriya kurdî bi rojanmeya Kurdistanê dest pê dike. Weşangeriya me tenê bi Bakur sînordar nîn e û em bi alfabeyên cuda berheman çap dikin. Ji ber vê yekê gelek caran em bi parçeyên din ên Kurdistanê re nikarin hev fêm bikin. Êdî lazim e em vê yekê ji nava xwe de rakin.”

‘Bi rojnameya Welat û Azadiya Welat kurdî pêş ket’
Piştre rojnameger Serdar Altan jî axivî û da zanîn ku çapemeniya kurdî xwedî dîrokeke têr û tije ye. Serdar Altan destnîşan kir ku çapemeniya kurdî xwedî şehîd û nirxên gihanbuha ye û li ser keda wan nirx û şehîdan mezin bû. Serdar Altan diyar kir ku rojnameya Kurdistan bi tîpên erebî û li sirgûnê bû û ev tişt got: “Tevî ew qas demê jî hin aliyên vê sirgunbûyînê didome û niha xwedî bi sedan ajans, kovar, rojname, TV, websiteyan û hwd. ne. Dema rojnameya Welat hatiye çapkirin û dû re jî Azadiya Welat derketî, zimanê kurdî gelek pêş ket û belavbûna di nava gel de ya zimanî jî lawaz kir. Avabûna TV û rojnameyên bi kurdî di ziman de yekreziyek bi xwe re anî. Rojnamegerî ji siyaseta rojane re rasterast girêdayî ye. Rojnamegeriya kurd tenê ew sazî nîn in ku bi zimanê kurdî weşanê dikin. Rojnameyên wekî Yenî Ulke, Ozgur Ulke, Ozgur Gundem û hwd. jî rojnamegeriya kurdî bû lê zimanê wê ne bi kurdî bû. Divê di çapemeniya kurd de pêşketin girîng pêk bên ku em behsa mezinbûna çapemeniya kurdî bikin. Ev bar dikeve ser hemû kesan û ev qelsbûna heyî ji holê bê rakirin.” AW

Ji bo hemû bernameyê bitikînin:
- Sempozyûn, "Sosyo-Polîtîkaya Ziman"

**

Nûçeyên Eleqedar:

- 'Sempozyûma Zimanê Kurdî' dest pê kir

- Babat: Em xizmetek ji bo ziman dikin

- 'Sosyo-Polîtîkaya Ziman' wê bê nîqaşkirin

 

Parve Bike

Youtube Me

Qîmeta Singên Jinan

news

Diyarname: Fotoya Nûçeyê:'Şahbanûya Afrîkayê' li Hevselê xwe da ber tîrêjên rojê

news

Dengê Helbesta kurdî derket!..

news

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news
Nûçe - Nivîsên Dawî
news
  • 27 10 2026

Der barê Zanîngeha Rojava û Zanîngeha Kobanî de biryarên nû

news
  • 26 10 2026

YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê

news
  • 26 10 2026

Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de

news
  • 26 10 2026

6 xizmên lîstikvanê Amedsporê mirin

news
  • 24 10 2026

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news
  • 23 10 2026

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Covid-19: Vane xal bi xal biryarên hatine girtin

ad

Ax Kezeb, bersivek ji bo Jan Dost

ad

Xelata Cemal Nebez dan Zara Mihemedî

ad

Malpera Mîr Qasimlo vebû

ad

HDP: Komkujiya Zaxoyê duyemîn Roboskî ye

ad

Dayika Aştiyê Ozalp wefat kir

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!

  • 26 10 2026
news

Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de

  • 26 10 2026
news

Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket

  • 26 10 2026
news

YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê

  • 26 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname