Diyarname
Îro Lijneya Wezîran a li ser rojeva Covid-19 li hev civiya û hin biryarên nû girtin. Dê gav bi gav ber bi rewşa normal ve biçe û biryar jî li gor wê hatine girtin. Vane ew biryar:
NEXŞEYA RENGÎN
- Lijneyê bi neşxeyeke rengîn rewşa Covid-19 a li bajaran diyar kir. Bajarên hatine sorkirin bajarên herî talûke ye, yê zer kêm talûke ne.
Li gor agahiyên Wezareta Tenduristiyê ya Tirkiyeyê bajarên ku bi talûkeya kêm, navîn, bilind û pir bilind in diyar bûn.
Bajarên SOR xwedî talûkeya pir bilind, TÛRINCÎ talûkeya bilind, ZER talûkeya navîn û rengê HÊŞÎN jî bajarên talûkeya kêm in.
Li gor vê bajarên li Behra Reş xwedî tûlekeya bilind, bajarên kurdan xwedî tûlekeya kêm in.
Ji bajarên mezin ên Tirkiyeyê Stenbol û Îzmîr di ata talûkeya bilind, Enqede di asta talûkeya navîn de ye.
BAJARÊN KURDAN KÊM TALÛKE NE
Ligel bajarên kurdan Riha, Amed, Çewlig, Mûş, Bedlîs, Batman, Mêrdîn, Sêrt, Şirnex, Culemêrg, Agirî, Wan û Îdir (bajarên şîn) bajarê Uşşak ê Tirkiyeyê jî di nav bajarên xwedî talûkeya kêm de ye.
BAJARÊN PIR TALÛKE
Bajarên herî bi talûke (Sor) ev in: Edirne, Balikesir, Sakarya, Burdur, Konya, Aksaray, Sinop, Samsun, Amasya, Tokat, Ordu, Giresun, Gumuşhane, Trabzon, Rize, Osmaniye û Semsûr.
REWŞA DIBISTANAN
- Li bajarên kêm talûke û talûkeya navîn dê dibistanên seretayî, navin û lîse gav bi gav dest bi perwerdehiyê bikin. Dibistanên seretayî û yên di navbera pola 8 û 12'yan de têne vekirin.
Li bajarên rewş di asta talûkeya mezin û talûkeya pir mezin de dê li lîseyan ezmûna rû bi rû çêbibe.
CAFE - RESTORANT
Li bajarên pir talûke de face û restorant dê venebin lê bajarên derveyî vê dê serê sibê saet 7'an heta êvarê saet 7'an dê vekiriî bin û bi kapasîteya sedî 50 dê bikaribin bixebitin.
QEDEXEYA DERKETINA DERVE
Li bajarên xwedî talûkeya mezin û talûkeya pir mezin in dê roja yekşeman qedexeya derketina derve bidome. Li bajarên kêm talûke û talûkeya navîn ev qedexe radibe.
Li hemû bajarên Tirkiyeyê qedexeya heyî ya di navbera saetên 21.00-05.00'an de dê bidome.
YÊN TEMEN BI SER 65'AN
Li bajarên talûkeya kêm û talûkeya navîn qedexeya derketina derve ya ji bo kesên temen bi ser 65'an û temen bin 20'î re hat rakirin.
DAWET Û MEHRBIRÎN
Li baarên talûkeya kêm û talûkeya navîn dê bikaribin dawetan bikin û mehran bibirin lê sînora hatine cem hev di van deran de bi 100 kesî hatiye sînorkirin. Li bajarê xwedî talûkeya bilind û talûkeya pir bilind sînora hatine cem hev 50 kes û divê saetek zêdetir nedome.
BIRYARA WALÎTIYAN
Li aliyê din walîtiyên bajaran li gor rewşa bajarên xwe dikarin biryara biguherînin.