Diyarname
Stranbêj Mazlûm Jînda (Mazlum Akpolat) ji ber stranek 22 meh û 15 roj cezayê hepsê lê hatibû birin, niha hat girtin. Akpolat şandin Girtîgeha Metrîsê, roja 3'yê mehê dê bibin Girtîgeha Sîlîvrî ya Stenbolê.
Di sala 2016'an de bi navê "Xewna Sed Salan" wî stranek xwendibû, 35'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê bi îdîaya "endamtiya rêxistinê" 22 meh û 15 roj cezayê hepsê lê birî.
Parêzeran îtîraz kir, lê fêde neda. Dûre parêzeran doz bir Dadgeha Bilind jî, lê Dadgeha Bilind jî ceza erê kir û ji ber vê Akpolat hat girtin.
'HÛN NIKARIN HUNERA KURDÎ BÊDENG BIKIN'
Mazlûm Jînda di bin banê Navenda Çanda Mezopotamyayê (NÇM) de xebatên xwe yên muzîkê didomîne. NÇM'ê îro li ser hesabê xwe peyamek belav kir û got, "Desthilatdarî êrîşên xwe yên li ser çand û hunera kurdî didomîne. Hevalê me yê hunermend Mazlum Jînda ji ber ku stranên kurdî digot hat girtin. Yên ku çand û hunera kurdî diafirînin li hemberî van êrîşan gavek bi paş jî dê neavêjin. Hûn nikarin hunera kurdî bêdeng bikin. Bijî hunera azad."