Diyarname
Li Sûriyeyê roja 21'ê mehê nîvro helbestvan, nivîskar û prof. dr. Rasha Al-Alî ji aliyê kesên rûpêçandî ve at revandin. Îro hin weşanan ragihand ku cenazeyê wê hatiye dîtin, lê hin çavkaniyên ereb dibêjin "winda ye, lê hê kes nizane çi pê hatiye."
Prof.Dr.Rasha Al-Alî helbestvan, nivîskar û filozof bû. Ew Serokê Beşa Zimanê Erebî ya Zanîngeha Humusê bû. Nava rojê saet dor 12'yan dema ji Zanîngeha Humusê derket ji aliyê kesên rûpêçandî ve hat revandin. Hat gotin ku ji aliyê hêzên girêtayî HTŞ'ê ve hatiye revandin.
Li ser revandina wê Yekîtiya Nivîskarên Ereb wisa gotibû, "Ew xwedî ehlaqeke bilind û akademîsyeneke zana bû." Yekîtiyê bang li HTŞ'ê kiribû ku wê berdin û bang li aktîvîstan kiribû ku bibin alîkar.
Li gor hin îdîayan bi îşkenceyê hatiye kuştin, lê hin çavkanî dibêjin hê rewşa wê nediyar e; kes nizane çi pê hatiye.
***
CENAZEYÊ WÊ HAT DÎTIN
Roja 27'ê mehê hat eşkere kirin ku cenazeyê Prof.Dr.Rasha Al-Alî hatiye dîtin. (Ev not roja 28'ê mehê il nûçeyê hatiye zêdekirin)


