Kovara alman Zenith bi nivîskarê me Helîm Yûsiv re li ser romana wî "Gava ku masî tî dibin" hevpeyvîneke dirêj kir. Em vê hevpeyvînê pêşkêşî we dikin:
***
Hevpeyvîn bi nivîskar Helîm Yûsiv re
Sonja Galler*
1. Li Sûryê jî ne li dibistanan belê li malê û ji malbatên xwe zarokên kurd hînî zimanê kurdî dibin. Pirtûkên kurdî qedexene û bi hesanî nayêne bidestxistin. Di nav van mercên dijwar de, we çawa rê dît ku hûn wêjeya kurdî bixwînin?. Gelo pirtûkên kurdî li ba we, li malê hebûn?. Yekemîn pirtûka te bi kurdî xwendibû kîjan bû?
Ji ber qedexekirinê û tunebûna perwerdeya bi kurdî, ew derfet tunebû ku ez ji biçûkanî de, bi awayekî berfireh, berhemên wêjeya kurdî bixwînim. Li mala me, hinek birayên min yên mezin têkiliyên wan yên bi dizî bi partiyên kurdî yên qedexe re hebû. Carcaran di riya karê xwe yê siyasî re pirtûkên kurdî jî tanîn malê. Ew pirtûk bi xwe kevin bûn û bi awayekî xerab hatibûn çapkirin. Di nav wan de pirtûkên Cegerxwîn bêhtir bala min dikişandin ku, hem xwendina wan hesan bû hem jî helbestên wî dihatin fêmkirin û hezkirin. Bavê min û diya min, ji bilî kurdî, bi ti zimanî nizanîbûn. Heta dawiya temenê xwe jî fêrî erebî nebûn. Lê, bavê min ji hebûna pirtûkên kurdî li malê, ditirsiya û nedixwest em bi wan ve mijûl bibin. Ez li malê bi alîkariya wan pirtûkên ku birayê min tanîn malê, herwisa bi alîkariya hinek hevalên wî, min bi rehetî, li kêleka pirtûkên erebî karîbû yên kurdî jî bixwendana. Yekemîn pirtûka kurdî ku min bi temamî xwendibû, li gor tê bîra min, dîwana sisiyan ya Cegerxwîn (kîme ez) bû.
2. Pirtûkên te yên destpêkê bi zimanê erebî derketin. Te kengî dest bi nivîsandina bi kurdî kir?. Sedemên ku berê te dan vê yekê çibûn?
Di zarotiya min de, keşfa pirtûka wêjeyî, jiyana min bi temamî guherand. Ew şoreşa yekem bû di jiyana min de. Min bi şev û roj dixwend. Wisa jî xwendin şoreşa duyemîn ya jiyana min û. Xwendinê tîbûna rihê min kûrtir û dijwartir dikir. Çi bi tiyekî li ber mirinê tê gava ku aveke zelal dibîne, wisa li min hatibû. Heta vê gavê ew tîbûna min neşikestiye. Min bi tesadufî xweşiya nivîsandinê jî keşif kir. Vê dawiyê min naskir ku tûpişk bi agir tê dorpêçkirin, berê derziya xwe dide xwe û xwe dikuje. Agirekî wisa ji pirsên bê bersiv zarotiya min jî dorpêç kiribû, li şûna ku mîna tûpişkekî bê çare ez xwe bikujim, min nivîsand. Carekê min dît ku nivîsandina wan pirsên ji agir ku jiyana mina zarotiyê şewitandibûn, bandor êgir û êşa rih sivik dike. Min ji xwe re got, ha ev e. Çara berdewamiya di jiyaneke wilo tevlihev û zehmet de êdî ev e, nivîsandine. Yan divê min mîna wî tûpişkî kiriba, yan jî divê min binîvisanda. Min nivîsandina ku alternatîva xwekuştinêye hilbijart. Ev hilbijartin di temenekî gelekî biçûçik de hat. Heta wê gavê min nizanîbû ez ê çîrokê yan romanê, bi kurdî yan bi erebî binîvisînim. Ji ber ku bi sedan pirtûkên bi erebî li ber destê min hebûn û yên kurdî yeka yeka û bi dizî digihiştin destê min, min bi erebî bêhtir dinîvisand. Piraniya nivîsandinên minî kurdî yên zarotiyê teqlîda nivîsên Cegerxwîn bûn. Vê dawiyê, hinekî din mesele zelal bû. Min bi giranî çîrok nivîsandin. Bi dehên çîrokan min bi erebî dinîvisandin û di ber re jî carna min çîrok bi kurdî dinîvisandin. Min her du pirtûkên xwe yên destpêkê bi erebî çapkirin û çîrokên bi kurdî tenê di çend kovarên ku ew jî ilegal derdiketin belavkirin. Di 1995 an de, li Turkiyê û bakurê Kurdistanê qedexekirina dewletê ji ser kurdî hatibû rakirin û yek ji birêveberên yekemîn rojnameya Kurdî Welat- Welatê me, li Stembolê Abdulah Keskîn qala damezrandina weşanxaneyekê bi navê Avesta kir û ji min xwest ku ez çîrokên xwe yên bi kurdî berhev bikim û ew dê weke pirtûk çap bike. Min di demeke kin de çîrokên xwe berhev kirin û destnivîs jê re şande Stenbolê û di 1996 an de yekemîn pirtûka mina bi kurdî ( Mirî ranazin) derket.
3. Mehmed Uzun carekê gotibû ku nivîsandina bi zimanekî din ji bo wî hesantire lê wî kurdî weke zimanê nivîsandinê hilbijartiye ji bo ku tiştekî ji welatê xwe re bike. Di têkiliya bi kurdî re, li ba te jî zehmetiyeke wisa peyda dibe gelo?.
Tu jî pê dihisî ku tu jî di ber pêşxistin zimanê kurdî re berpirsiyarî?
Na, li bal min zehmetiyeke wisa tuneye. Min kurdî hilnebijartiye. Kurdî zimanê min e. Sedemên nivîsandina bi kurdî sedemin girêdayî hundirê minin, girêdayî rih û mejî û kûrahiya hestên min e. Nivîsandina bi kurdî, eger ji bo M. Uzun meseleyeke siyasî û ji bo welat bû û tiştên weha bû, ji bo min meseleyeke giyanî û xwezayî ye. Dema min nivîsandina bi erebî kêm kir û min giranî da nivîsandina bi kurdî min xwe ji rewşeke ne normal ber bi rewşeke normal de anî, ji ber ku tiştê zehmet û ne normal ji bo min nivîsandina bi zimanekî din e, ne bi zimanê dayikê. Wêje berhemeke rih û hestan e berî ku berhema mejî û zanînê be. Nivîsandina wêjeyê jî, dema bi zimanê rih û hestên mirov bê nivîsandin, ku zimanê dayikê ye, wê xweştir be ji nivîsandina bi zimanê aqil û zanînê.
Dibe ku di dema M. Uzun de tenê nivîsandina bi kurdî tiştekî mezin bû, lê ji bo vê dema me ya niha tenê nivîsandina bi kurdî têrê nake. Ezmûneya giring ji bo me ne ew e ku em tenê bi kurdî binîvisînin, belê em çawa û di çi astê de, berhemên wêjeyî dinîvisînin. Di heman demê de jî, wek e nivîskarekî kurd î, xwedî pirojeyeke wêjeyî, ez xwe jî weke berpirsiyarê pêşxistina zimanê xwe dibînim. Kedeke mezin ji zimanê kurdî re divê, da ku karibe bandora xerab ya qonaxên qedexekirinê bişewitîne û li paş xwe bihêle.
4. Gelo di şert û mercên îro de jî nivîsandin û weşandina bi kurdî xwe dispêre bingeh an çavkaniyeke siyasî?
Kurd ketine rewşeke wisa, ku tenê nivîsandina bi kurdî weke çalakiyeke siyasî tê dîtin. Di şer û mercên ku Kurd tê de dijîn de ji nivîsandinê bigre hetanî bi weşangeriyê û hetanî bi xwendin û bidestxistina berhemên kurdî weke karekî li dijî qanûnê, ji hêla desthilatdaran ve tê nirxandin.
Di rewşeke weha de, di karê me yê wêjeyî de, herdem mîna çalakekî siyasetê li me dinerîn. Ez mubalexe nakim ku ez vê rastiyê bibêjim, zor û çewisandina li ser wêjevanên kurd dibe, bêhtire ji ya li ser çalakvanên siyaseta kurdî.
Weke nivîskarên vî zimanî, em bixwazin nexwazin, em nikarin xwe li derveyî siyasetê bibînin. Ji ber ku hemû astengî û dijwariyên ku têne pêşiya me xwe dispêrin mijara bindestiya miletê me û perçebûna welatê me.
5. Jiyana li derbideriyê, li Elmanyayê bandoreke çawa li nivîsandina te, zimanê te û hilbijartina mijarên te dike?
Nivîsandin li ba min encama şewata rih e, dengê hindirê mirov e, rengê aliyê veşartî yê kûrahiyêye. Bi gotineke din, rola cih û cografya ku ez lê dijîm di nivîsandina min de ne roleke sereke û bingehîne. Ji derdorê bêtir guhê min li ser kûrahiya rihê min e. Di vê çarçovê de, mana mina li Elmanyayê ku heyşt sal di ser re derbasbûne, bandoreke mezin ne tenê li ser mijarê nivîsandina min, belê li ser nerînên min yên di hemû warên jiyanê de kiriye.
Di van heyşt salan de sê pirtûkên derketin. Di çîrokên pirtûka ( Memê bê Zîn)de çend çîrok li ser jiyana penaberên kurd li Elmanyayê hene. Wisa jî ev her du romanên min yên vê dawiyê (Tirsa bê diran) û (Gava ku masî tî dibin) jî li Elmanyayê bi dawî dibin.
Bê guman min ev pilan nekiriye û ne bi mebest Elmanya yan Berlînê derbasî nivîsandinên min bibin, ev hebûna berfireh ya Elmanyayê di berhemên min de, yek ji encamên vê manêye.
Pirtûka mina bê, ku niha di nav destê min de ye, wê pirtûkeke kurteçîrokane bi taybetî li ser penaberên kurd yên li Elmanyayê ye. Dibe di hundir sala bê de ji bo çapê amade be.
6. Tu dikarî hinekî ji min re behsa romana xwe ya nû „ Gava ku masî tî dibin“ bikî. Hinek kesên sereke Protagonisten lawirin, wisa jî hinek deverên Turkiyê bûne cihê qewimînaq bûyeran..?
Romana mina nû bi giranî li ser mijara şer e. Zêdeyî bîst salane ku şerekî giran li welatê kurdan heye. Ev cara yekem e ku ez bi berfirehî bandora vî şerî li ser xelkên me li her du aliyên sînor( Turkiyê-Sûriyê) ji bo xwe dikim mijareke serek e. Min xwest ez di vê romanê de, careke din balê bikşînim ser rengê têkiliya kurdên di nav sînoran de û di welatekî perçebûyî de dijîn. Wisa jî bandora evîna keçikekê ku , li devereke wekî Kurdistanê tenê, dikare evîndarekî bişîne serê çiyayan û wisa jî her du lingên wî jêbike. Di vê romanê de, her kes qala (Masî) kesê sereke yê romanê dike, lê tenê ew qala xwe nak e. Ji nav vebêjerên ku hen e kûçikê wî ye, mareke, pênûse, pirtûke, deriyê hesinî yê mala wî ye…Ango lawir û tiştên ku şahidên bûyerên jiyana wî ne, çîrokên wî, derd û kulên wî, êş, daxwaz, kêf û şikestinên wî jî li ber xwendevanan radixînin.
7. Di nivîsandina te de formên surreyalî roleke sereke dilîzin. Gelo tu vî formî weke munasibtirîn û guncantirîn form dibîne, ji bo derbirîn û pêşkêşkirina jiyana kurdan ya rateqîne?
Berî ez bersiva vê pirsê bidim ez dixwazim ji dîrokê mînakekê bidim, da ku hinekî rewşa me û ya welatê me ji te re zelal bibe. Tiştê ku hate serê Elmanyayê piştî 1945 an ku di nav çar dagîrkeran de perçe bûbû. Wisa bajarê ku tu lê dijî Berlînê jî di navbera hêzên Birîtanî, Emerîkî, Sovyet û Firensî de bûbû çar perçe, wisa piştî 1923 an li Kurdistanê jî hatibû ku di nav çar dewletan de hate parvekirin. Cudayî ew e ku hêzên biyanî ji Elmanyayê kişiyan, lê ew rewşa perçebûnê li Kurdistana di nav Iraq, Îran, Sûriyê û Turkiyê de hîna berdewame.
Başe ku bi lez û bez dagîrkirina Elmanyayê bi dawî bû, lê ka em bi hev re vê fereziyê xeyal bikin, eger, Xwedê neke, ew rewş berdewam ba û zimanê Elmanî jî ji wê çaxê de qedexekirî ba, wê çi rewş bihata holê?. Niha li Kurdistanê ew rewşa ku tu xeyal dikî hatiye holê. Eger Elmanan li welatê xwe yê perçebûyî nikarîba bi zimanê xwe bixwendana û imkana pêkanîna ( Hoçdeutsç) tuneba. Wê, weke mînak, li Bayern niha zimanekî ku ji xelkên Berlînê ve xerîbe nehatiba holê gelo?...
Min mînaka ziman da, lê bi qedexekirina ziman û çandê re rih jî perçe dibe, awayê jiyanê jî pê re û herwisa. Ez, weke zarokeke Kurd ku li ser sînorên bombekirî û kujer jidyik bûm. Di navbera mala me ya li Amûdê(Sûryê) û mala apê minî li gundekî Nisêbînê( Turkiyê ) de bombe, têlên rêsayî, Viza, leşkerên ereb ji viyalî de û leşkerên tirk ji wiyalî de hebûn…Zarokek ku di nav kawoseke wilo de çavên xwe veke û mezin bibe, ji bilî wê, ku bi his û hestên xwe li derdora xwe binere û bixwaze binîvisîne, wê ji bilî ( formeke surreyal) çawa karibe li ser vê rewşa berevajî û serobinoyî hev binîvisîne?
Xewn, çiqasî ji elementên cihêreng û bê mentiqîbûn û fantazî û xeyalan pêk tê, jiyana kurdan ya rasteqîne ew nementiqîbûna ku di xewnan de jî heye derbas kiriye. Bêguman ew xewn û fantazî tenê têrê nakin ku mirov nivîseke wêjeyî binîvisîne. Li pişt vê kawos û xewn û fantaziyên ku me qalkir divê hostayiyeke mezin di awayê avakirin û honandina nivîsê de hebe.
8. Di nivîsandina te de, destan û çîrokên kurdî çi rolê dilîzin?
Destan û çîrokên kurdî herdem ji bo me zemîneke baş û xurt bû ji bo afirandin û pêşxistina çîroka kurdî ya nûjen. Di pirsa xwe ya berî vê de te qala Surreyalîzmê kiribû. Surreyalîzim di asta xwe ya herî bilind de çîrokên me yên gelêrî de rû dide. Weke mînak, ew hûtê heftserî yê ku di çîrokên pîrik û kalikên me de fîgûrekî surreyale. Min bixwe, ji bilî rewşa me ya rasteqîne ku têra xwe tevliheve, hezkirina atmosferên surreyal ji wan çîrokan girt. Di zarotiya xwe de, heta demeke dirêj, min hemû bûyerên xeyalî yên di wan çîrokan de bawer dikirin. Vê dawiyê jî min naskir ku ezmûna herî mezin ya nivîsandina min ew e ku ez tiştina fantazî û xeyalî binîvisînim û her kes bawer bike ku ew li ber jiyaneke rasteqîne ye. Ez ji wan çîrokan hîn bûm ku ne tenê zarok, belê mezin jî dikarin bi fîgûrekî romanekê re xemgîn bibin, wisa jî pê re kêfxweş bibin. Ez bi xwe di dema nivîsandinê de dibim kesek ji kesên romana xwe. Di vê romana mina dawî de, gava ku Masî-kesê sereke yê romanê- ji şer bê ling vegeriya mala hevalê xwe û li wir naskir ku mala apê wî ye û sûretê keçika biçûçik ya hevalê xwe yê şehîd da dest wê û jê re got; bavê te pir ji te hez dikir..; keçika mina sêsalî Lorîn hate bîra min û ez ji Masî bêhtir giriyam…Gelek caran mirov dibe fîgûrek û beşek ji tevna romana xwe û bi kesên xwe yên romanê re dijî. Bi çûkanî weke zarokekî guhdar ez di nav wan çîrokan de dijiyam û dişewitîm. Niha, di mezinayiya xwe de, weke nivîskarekî di nav çîrok û romanên xwe de dijîm û dîsa dişewitim. Ev e qedera her nivîskarê kurd, bi yek gotinê, şewat e.
9. Di destpêka xwe tu weke çîroknivîsekî dihate naskirin. Di van salên dawiyê de, te berê xwe da nivîsandina romanê. Ev yeka çawa çêbû?
Dema min tenê çîrok dinîvisandin, di şevên xwendinê de herdem rexneyek li ser çîrokên min dihate dubarekirin. Ew jî ew bû ku, ez çîrokê bi nefesa romanê dinîvisînim. Gelek caran di çîrokeke min de jînanîgariya kesekî ji jidayikbûnê heta mirinê, dihat dîtin. Hêdî hêdî, bêyî ku ez pilan bikim piştî heyşt sal di ser pirtûkamina çîrokan ya yekem re derbasbûn, min dît ku romaneke min Sobarto ji bo çapê amadeye.
Eger ez meselê hinekî din bi dîmen bikim, ez dikarim bêjim ku çîrok mîna odeyekêye û roman xaniyeke ku dikare ji gelek odeyan pêk bê. Her ku ez bi emir û serboreyê mezin dibûm, wisa jî bêhna min di wê oda teng de teng dibû û min xwest ku ez di avahiyekê de bijîm. Her ku ez mezin dibûm, odeya çîrokê ji min re teng dibû û min rehetiya xwe bêtir di vê avahiya firehtir de didît ku navê wê roman e. Lê, vê guherandinê hezkirina wê oda biçûk ji dilê min dernexist. Îsal romana min derket, pirtûka bê wê pirtûkeke çîrokan be.
10. Wekî nivîskarekî kurd, gelo li pêşangeha pirtûkan ya Frankfurtê we di tu xebatan de cih girt yan na? Te di pêşangeha pirtûkan de wêjeya kurdî çawa dît? Nîşandayîna wêjeya kurdî baş çêbû gelo?
Di pêşangeha Franfurtê ya îsal de Turkiyê weke welatê mêvan amade bû. Turkiyê bi silogana ( Turkiyê bi hemû rengên xwe) xwestibû ku beşdar bibe, lê di rastiyê de Turkiyê bi yek rengî û bi yek zimanî hatibû Frankfurtê. Ez nizanim çawa ew derewên di qada siyasetê de li Turkiyê têne kirin, di qada wêjeyê de jî dikin û dimeşînin. Wisa jî çapemeniya elman wek e ku bi rastî Turkiyê bi hemû rengên xwe beşdar bûbe ketibû tevgerê. Tirkan, di çaçovapirrengiyê de, derew dikirin, çapemeniya elman jî ew derew belav dikirin. Tirkan di nav zêdeyî sed û pêncî weşanxaneyî de yek weşanxana kurdan û yak jî ya ermeniyan, weke dekor, bi xwe re anîbûn û semînerê kurdan yê bi tenê jî bi tirkî bû. Min bi xwe Turkiyê û rengên wê nedîtin li wir, min tenê Tirkên bi yek rengî dîtin. Ji ber ku cih ji bo wêjeya kurdî nehatibû veqetandin û yek nivîskarekî kurdînivîs nehatibû vexwendin. Balkêşe ku di wî semînerê sêwî de weşangerê kurd Lal Laeş ji ber ku bi Kurdî axivîbû, axavtina wî nehate wergerandin bo elmanî. Rewşa zimanê kurdî li pêşangeha Frankfurtê mîna rewşa wî zimanî di dadgeheke Turkiyê de bû. Kurdî weke zimanê ku nayê fêmkirin hate nirxandin. Li pêşangehekê ku rê ji bo wêjeya kurdî tunebe, jixwe wê karê min jî lê tunebe. Min di roja dawî de serdana pêşangehê kir, da ku ez çend pirtûkên nû ji xwe re bînim.
11. Çewisandin û qedexekirina salên dirêj ya li ser zimanê kurdî şopa xwe hiştiye. Ji serboreya xwe ya li vir, li Turkiyê, ez dibînim ku zimanê zikmakî ji bo gelek kurdan hem xwe ji zimanê xwe biyanî dibînin û hem jî nêzîk. Li Sûryê ev rewş çawa xuya dike? Tu têkiliya kurdan bi zimanê wan re li Sûryê çawa dibînî? Pirsa zimên heta çi radeyê ji bo xwetêgihiştinê giring tê dîtin?
Heman siyaseta qedexekirin û asîmîlasyonê ya ji sala 1923 an de li Turkiyê dimeşe, li Sûryê jî, ji sala 1946 an, sala serxwebûna Sûryê de, dimeşe. Naveroka siyaseta her du dewletan li aliyekî tirkkirin û li aliyê din erebkirina kurdan û jiholêrakirina zimanê wan e. Lê di ast û dereceya şidetê de hinek cudayî di nav her du dewletan de heye. Li Turkiyê ev siyaset dijwartir bû. Ev cudayiya di sewiya zorkirin û qirkirinê de xwe dispêre zihniyeta tirsê ya li cem van rêjîmên desthilatdar. Tirsa rêjîma Turkiyê ji kurdan mezintire ji tirsa rêjîma Sûryê. Çawa?
Mezintirîn perçeyê Kurdistanê dikeve hundir sînorên dewleta Turkiyê, weha jî mezintirîn hejmara kurdan li wir tê dîtin. Li aliyê din, biçûktitîn perçeyê Kurdistanê dikeve hundir sînorên Sûryê de, weha jî biçûktirîn hejmara Kurdan li wir e. Li aliyê Turkiyê çiyayên kurdan hene ku dikarin berxwedêr û serhildêrên wan biparêze. Li Sûryê, deşte û em imkana şerê çekdarî li dijî rêjîmê tuneye. Îca, çiqasî tirsa rêjîma Turkiyê ji kurdan û doza wan mezin dibe ewqasî bi dijwarî û bi hemû imkanên dewletê bi ser wan de diçe û her tiştî dixîne xizmeta jiholêrakirina wan û zimanê wan. Mirov dikare vê yekê weke Jenosîdeke spî bi nav bike.
12. Gelek dê li vêderê bi zarokên xwe re bi tirkî diaxivin. Li Sûryê rewş çawaye?. Gelo zimanê kurdî di bin tehdîdê de ye?
Eger em bibînin ku elementê sereke û bi tenê yê ku taybetiya kurdan destnîşan dike zimanê wan e. Piraniya kurdan, mîna ereb û tirkan ji yek olê tên, wisa jî di nav hev de dijîn û hetanî bi diruv û rengên xwe weke hevin. Tiştê wan ji hev cuda dike tenê ziman e. Di baweriya min de pîvana hebûna kurdan berî her tiştî zimanê wan e. Giringiya xwedîderketina li zimanê kurdî ji bo kurdan ji vir tê, wisa jî giringiya jiholêrakirina zimanê kurdî ji hêla rêjîma Tirk de ji vir tê. Heta niha ew tirs li ba rayedarên Turkiyê heye ku çend tîp ji alfabêya kurdî dikarin bibin sedema perçekirina (welat)ê wan.! Heta niha tîpên mîna W û X û Q , weke hûn dizanin, qedexen e.
Li Sûryê, imkanên ku ji bo asîmîlasyonê û qirkirina ziman û çanda kurdan têne veqetandin hindiktirin û ew tirsa mezin li ser perçekirina (welat)ê wan li cem wan kêmtire. Bi hezaran kurd bê nasnameyên Sûrî hiştine û li welatê xwe weke biyanî dijîn. Wisa jî bi sedan gundên ereban li ser sînorên (Turkiyê-Sûriyê) bi cih kirin û dest danîn ser erdên kurdan û pirojeyên erebkirina herêmên kurdan heta niha berdewamin. Lê, tev qedexekirin û çewisandinê, zimanê Kurdî li ser piyan ma û di demeke vejînê de ye. Li ber siyê û bi dizî, li derveyî dibistan û zanîngehan, li gor derfetê pê tê nivîsandin. Li bajarên mezin mîna Heleb û Şamê asîmîlasyonê zimanê bi hezarên kurdan kiriye erebî, lê li herêmên xwe, li malên xwe, li kar û li kolanan, zimanê sereke kurdî ye. Li Turkiyê siyaseta asîmîlasyonê zimanê tirkî derbasî malên kurdan kiriye û tê ku bibe zimanê dayikên kurd yên ku li gundan jî dijîn. Li Sûryê pêlên asîmîlasyonê ewqasî şax venedane û wisa berfireh nebûye. Di jiyana rojane de, du kurd li Turkiyê bi rehetî bi hev re bi tirkî diaxivin, li Sûryê, ji bilî hinek kurdên ku li Şamê yan li Helebê dijîn, mirov nikare du kurdên ku bi erebî bi hev re diaxivin bibîne. Lê ev nayê wê wateyê ku zimanê kurdî li wir jî ne di bin tehdîdê de ye. Hetanî ku zimanê kurdî, bi awayekî fermî, li dibistanan nebe zimanê perwerdeyê, wê ew tehdîd li ber derî be.
13. Di roja îro de, rewşa weşana bi kurdî, herwisa zehmetiyên tên pêşiya nivîskar û rojnamevanên Kurd li Sûryê çin e?
Hemû zehmetiyên ku hene, xwe dispêrin çavkaniya qedexekirina kurdî û nenaskirina kurdan û zimanê wan. Weşana bi kurdî bi awayekî fermî li Sûryê tuneye. Hemû pirtûk û kovarên li wir derdikevin, bi dizî û bi awayekî illegal tên weşandin û belavkirin.
Bi kurtayî, hemû karên girêdayî weşangerî, nivîskarî û rojnamevaniya kurdî li Sûryê karin ji derveyî qanûnê ne û dibin sedemên lêpirsîn, girtin û cezekirinê. Zehmetiya herî mezin ew e ku ev kar karekî wisa ye ku mirov tîne hember qanûnê. Karekî tawanbarî ye.
14. Te pirtûkên xwe hemû li derveyî welatê xwe, li Libnanê, li Turkiyê û li Almanyayê derxistin. Têkiliya te ya bi Avesta û Lîs“ re , bi van her du weşanxaneyên ku li Turkiyê ne çawa hate sazkirin?
Tenê pirtûka mina yekem (mêrê avis) bi zimanê erebî li Şamê, di 1991 de, çap bû û pişt re nema destûra çapkirinê ji bo min hate dayîn. Min pirtûka xwe ya diduyan (jinên qatên bilind) ya bi erebî, di 1995 an de, bi dizî li Şamê çapkir û li ser bergê wê hate nivîsandin ku li Beyrûdê-Libnanê- hatiye weşandin. Ji ber ku çapxane, weke ku fêm kirin, li Libnanê bû tiştek jê nekirin. Ez kişandim tehqîq û lêpirsînê. Ji ber ku li nivîsgeha hevalekî min tîprêzî hatibû kirin, muxaberatan ew nivîsgeh girtin. Wisa jî çîroka min û çûn û hatina cem muxaberatan dûdirêje.
Ez bêm ser destpêka weşandina pirtûkên xwe yên bi kurdî. Wek e hûn dizanin piştî 1992 an li Turkiyê qedexekirin ji ser kurdî hate rakirin û yekem rojnameya heftane bi kurdî bi navê welat hate weşandin. Abdulah Keskîn yek ji birêveberên wê rojnamê bû ku pişt re bû welatême. Min jî li Helebê hiqûq dixwend û di ber re jî her du pirtûkên min bi erebî derketibûn. Hevalê min Jan Dost wê demê hevpeyvînek bi kurdî bi min re çêkir û di Welatême de hate belavkirin. Min jî çend çîrok ji Mezher Gunbat re şandin û belavbûn. Bi vî awayî naskirina min û Abdulah jî destpêkiribû û qala avakirina weşanxaneyekê kir û ji min xwest ku ez destnivîsa xwe ya çîrokan jê re bişînim. Min wê çaxê bawer nedikir ku wê weşanxaneyeke kurdî ava bibe û wê pirtûkên me yên kurdî wisa bi rêk û pêk biweşîne, ji ber ku hemû pirtûkên kurdî yên li Şamê bi dizî dihatin çapkirin, bi çapine xerab derdiketin. Meselê gelekî dirêj nekir, di 1996 an de mirî ranazin bi çapeke xweşik ji Avestayê derket. Piştî wê yeka yeka pirtûkên min ji Avestayê derketin. Berî demekê, ji bo çend nivîsên minî rexneyî yên li ser weşangeriya kurdî nîqaşek di navbera min û weşangerê min de derket. Ez wisa pê hisiyam ku êdî li çapkirina pirtûka mina nû ne germ e. Dibe jihevnefêmkirinek be jî, ez baş nizanim, lê min nexwest ez weşangerê xwe mecbûrî tiştekî bikim ku, naxwaze bike. Ez bi Lîsê re ketim têkiliyê û min romana xwe ya nû li wir çap kir.
15. Gelo pirtûkên te, ligel vê rewşê, li Sûryê tên dîtin?. Tu li wir jî têyî xwendin?. Ji serboreya xwe tu dikarî çi bibêjî: kî pirtûkên kurdî dixwîne?
Ji (mirî ranazin) min heftsed dane bi qaçaxî û di riya qaçaxçiyekî re derbasî Sûryê kirin. Berî wê jî her du pirtûkên min yên bi erebî li wir belav bibûn. Vê dawiyê jî romana Sobarto hem bi kurdî û hem bi erebî belav bû. Lê piştî 2000 î ku ez ji welêt derketim, tenê çend lib bi destan ji heval û dost û nasên min re têne şandin. Ji ber ku şandina pirtûkên kurdî bi postê, ji bo kesê ku tu jê re bişînî, tehlukeye. Ev demeke dirêje ez ji wir hema hema qut bûm e. Nexasim ku nivîsandina mina bi erebî jî kêm bûye.
Xwendina pirtûkên kurdî li Sûryê, li gor rewşa qedexekirin û çewisandinê, ne xerabe. Derdoreke baş heye ku berhemên wêjeya kurdî dişopînin. Ew derdor ne bi hezaraye, lê ez dîsa wê derdorê baş dibînim.
16. Gelo têkiliyeke berbiçav di navbera nivîskarên kurd li welatên cuda de heye? Gelo kovar û civatên wêjeyî dikarin çi rolê bilîzin?
Kurd li welatê xwe ne ji hêla cografî tenê de hatine perçekirin. Kurd di nav çend zaravayan û du alfabêyan û çar karekterên ku pala xwe didin çar çandên cuda, hatine parvekirin. Ev perçebûna dijwar siya xwe davêje ser jihevdûrbûna nivîskarên kurd jî. Nivîskarên kurd, hinek li gor alfabê û zaravayê xwe, hinek li gor derdora xwe ya siyasî û hinek jî li gor girûpa xwe beş bi beş ji hev dûrin. Ti yekîtiyeke ku wisa hemû nivîskarên kurd bîne cem hev tuneye. Di rewşeke wisa de rola ku kovar bilîzin jî bi wan sînorên ku me hejmartin bi sînor dibe. Carcaran civatên wêjeyî çêdibin, nivîskar çend rojan tên cem hev û pişt re li welat, zarava, derdorên xwe yên siyasî û girûpên xwe vedigerin. Hetanî bi Internetê jî ku dinya hemû aniye cem hev nikarîbû kurdan bîne cem hev. Nivîskarên ku di malperên başûr bi alfabêya erebî û bi soranî dixwînin û dinîvisînin nivîskarên kurmanc naxwînin û nas nakin, wisa jî Kurmancên bi alfabêya latînî dixwînin û dinîvisînin aliyê din nas nakin.
17. Bi giştî serboreya te ya li Almanyayê çawaye? Alman, li ser kurdan û wêjeya wan çi dizanin gelo?
Ez ji serboreya xwe ya Elmanyayê ne razî me. Ne di jiyana xwe ya şexsî de, ji hêla bidestxistina kar de weke mînak, biserketim, ne jî di jiyana xwe ya wêjeyî de. Di şertên penaberiyê yên dijwar de, tev hewildanên minî pir, xwendina mina akademîk li ber lingan çû û derfet li ber min venebû ku ez xwendina xwe dewam bikim. Vê yekê, rê neda ku ez hînî zimanê elmanî yê wêjeyî bibim. Ji berdewamkirina xwendinê bêhtir min dixwest ez baş karibim ziman bikarbînim. Ji ber ku ev daxwaza min pêk nehat, ez xemgînim. Li seranserê cîhanê, yek nivîskarê kurd tuneye ku karibe bi nivîs û pirtûkên xwe bijî. Elmanya jî tê de. Divê mirov karibe bijî heta ku mirov binîvisîne, pirobemekî minî cidî yê girêdayî debara jiyana rojane li vir heye. Eger ez li Sûryê mabama diba ez karibim weke parêzer kar bikim, ji ber ku min xwendina xwe ya hiqûq qedandiye. Li Elmanyayê, ji bilî nivîskarên zimanê elmanî, hayê min jê tuneye ku yek rê li ber nivîskarekî zimanekî din vekirî be yan jî alîkarî pê re bibe. Nexasim nivîskarekî bê dewlet be, mîna nivîskarê kurd. Ev jî yek ji sedemane ku wêjeya kurdî nayê wergerandin. Tunebûna dewleteke kurdî wêjeya kurdan jî bêxwedî hiştiye Piraniya Elmanên ku kurdan nas dikin, di riya çapemeniya xwe re wann nas dikin. Çapemeniya elmanî jî xwe dispêre çavkaniyên tirkan yan jî yên ereban.Kurd yan li kolanan dimeşin û hinekan pirotesto dikin yan jî terorîstin û li dijî qanûnên wan welatanin ewên ku dostên elmanyayê ne, yan jî ji bo namûsê jinên xwe dikujin.
18. Çi tê xwestin, da ku nivîskarên kurd li derve bêhtir bêne xwendin?. Sedem çine gelo ku berhemên nivîskarên kurd pir kêm têne wergerandin. Eger tên wergerandin jî di weşanxaneyên biçûk de têne weşandin?
Li Elmanyayê, pîvanên wergerandinê ne wêjeyî ne. Eger em vegerin çavkaniya wergera bo elmanî yan em ê li sedemên siyasî yan jî li yên aborî rast bên.
Ev mijar bi hewceyî zelalkirinê ye. Ji her zimanî bêhtir ji ingilîzî tê wergerandin, çima gelo?. Eger ingilîzî ne zimanê bihêztirîn dewlet di dinyayê deba, wê ewqase werger ji ingilîzî bibûya?. Werger bêyî imkanên aborî nabe. Dewleta kurdan tuneye. Dezgehên wergerê tunene. Imkanên weşanxaneyên wan tunene. Miletekî perçebûyî û bê (hêze), hêz bi wateya xwe ya siyasî û aborî. Ji lew re ji bo Ewrupiyan, Elman jî di nav de, mijara kurdan hemû ne balkêşe. Ne tenê wilo, belê mijara kurdan ji bo derdorên siyasî cihê serêşandinêye jî, ji bo ku kurd nebin sebebê xerakirina têkiliyên wan û wan dewletên ku welatê kurdan perçe dikin. Weke mînak, ji bo razîkirina Turkiyê, bi dehê caran çalakî û karê kurdan yê çandî li Elmanyayê hatiye astengkirin.Behane çibe bila bibe, siyaseta Ewrupî, ya elmanî herdem meyldarê aliyê bihêze. Li her çar welatan, li her çar aliyên kurdistanê, li her aliyê ku kurd serî hildin wê ew aliyê qelsbin li hember wê dewletê. Piştgirê aliyê qels jî tuneye. Wisa giraniya nivîskarekî aliyê qels wê tunebe. Nivîskarekî emerîkî yan jî yekî zimanê spanî ji bo Ewrupiyan balkêştire ji nivîskarekî Kurd. Ji ber tunebûna wergerê Elman tiştekî li ser wêjeya kurdan nizanin. Ji bilî sê çar pirtûkên ku bi kedeka şexsî ya nivîskaran derketibin, tiştek li meydanê tuneye. Ji bo hatina pêşangeha Frankfurtê, Turkiyê zêdeyî deh milyon dolar ji bo wergera wêjeya tirkî veqetandibû îsal. Kaj i bo wergera wêjeya kurdî wê kî deh milyon dolar bide?.
Li gor dîtina min sedema yekem ku nivîskarên kurd kêm tên wergerandin tunebûna dewleta wan e. Dewlet, weke sazûmaneke dezgehan û weke kesayetiyeke itîbarî, herwisa weke bingeha çavkaniyên aboriyê.
Ev şîroveyên me hejmartin bi hev re dibin sedem ku bi çavekî mezin li wêjeya kurdî neyê nerîn. Di rastiya xwe de, Kurd weke miletekî zindî û xwedî taybetiyeke cuda, nayê dîtin, îca wê çawa wêjeya wan balkêş bê dîtin?. Eger pîvanên wergerê xwe bispartana asta hunerî û astetîka wêjeyî wê çend berhemên wêjeya kurdî niha ji weşanxaneyên mezin derketibana. Lê hetanî pîvan ev bin, mînakek yan du mînakên awarte ne tê de, yan wê berhemên nivîskarên Kurd di weşanxaneyên biçûk de derkevin yan jî wê qet nikaribin weşanxaneyan bibînin.
19. ( Pirs ji bo wergêr Heidi Karge ye jî) Rewşa karê we yê wergerê çawa xuya dike?. Çawa bû ku hûn bibin wergêrek e wêjeya kurdî ?. Ti pilanên we ji bo wergerên nû hen e?
Destpêkê ez dixwazim vê yekê zelal bikim ku min û Helîm şêweyek e taybet di wergerê de hilbijartibû. Helîm çîrokên xwe ji min re bi elmanî digotin û min jî dinîvisand. Eger wî nikarîbûya bi elmanî baş min bide fêmkirin, me hewil dida ku bi kurdî û carna jî bi alîkariya hin peyvên erebî meselê çareser bikin. Ez bi erebî nizanim, lê bi tirkî dizanim û ji ber ku gelek peyvên tirkî ji erebî hatine, min dikarîbû têbigihêjim. Ez bawer dikim ku bi vî awayî me dikarîbû em wergereke baş bînin holê. Bê guman, ji bo vî awayê wergerandinê, pêdivî bi demek e dirêj heye, lê ji bo min cihê kêfxweşiyê bû, nexasim ku me ew werger di dema xwe ya vala ya piştî kar de, dikir. Ji bilî wê, di rê ya vê wergerê re hinekî zanîna min a zimanê kurdî bi pêş de çû. Piştî çapkirina çîrokên " Mêrê avis" bi elmanî, me çend çîrok ji pirtûka wî ya bi navê " Memê bê Zîn" jî wergerandine. Lê me hîna çapkirina pirtûkek e nû pilan nekiriye.
***
*Ev hevpeyvîn bi zimanê almanî ji bo kovara Zenith (Zenith. Zeitschrift fur den Orient) hatiye kirin.
Bi helkeftina derketina romana Helîm Yûsiv ya nû “Gava ku masî tî dibin” ev hevpeyvîn pê re hatiye kirin.
Hevpeyvîn di kovara Çirûsk, hejmara 6, 2009’an de jî hatiye weşandin.