Diyarname
Donamp Trump wekî 47'emîn Serokdewletê DYA'yê hat hilbijartin. Bi hatina wî de kompaniyên taybet ên ku girtîgehan bi rê ve dibin bûn xwedî nirx. Ji van hîseyên GEO Group sedî 42, hîseyên CoreCivicê sedî 29 bilind bûn.
Li gor Wezareta Ewlekariyê ya Hundirîn a DYA'yê li welat ji 11 mîlyonî zêdetir koçberên qaçax hene.
Bawerî ew e ku bi serketi Trump re ew dê li hemberî koçê derqanûnî û sûcên li nav welat zêdetir têbikoşe. Ev yek jî dê bi xwe girtina gelek kesî, dersînorkirina gelek kesî bîne. Loma jî hîseyên girtîgehan bilind bûne.
Li gor analîstan bi polîtîkaya Trumpî re li temamê welat dê hejmara girtîgeh û navendên girtina koçberan zêdetir bibin.
**
- Serketina Trumpî (nûçeyên nava roê)
- Li DYA'yê serokdewlet çawa tê hilbijartin, 'Lijneya Yên Hildibijêrin' çi ye?


