Enqere
Di rojnameya Milliyetê de Onder Yilmaz nûçeyeke çêkiriye û li gor agahiya Wezareta Edelatê yê Tirkiyeyê Sadullah Ergin, nivîsandiye ku Ocalan rojnameyên wekî (li gor rêza alfabetîk) Cumhuriyet, Haberturk, Hurriyet, Milliyet, Radikal, Sabah, Star, Taraf, Vatan, Yeni Şafak û Zamanê diwîne.
Nûçe dibêje ku Ocalan bi xwe pereyên rojnameyan dide û wan rojnameyan dixwîne; di nav van de jî rojnameyên xîtabî kurdan dikin yên wekî Ozgur Gundem, Azadiye Welat, Evrensel, Birgun nîn in.
Di nûçeyê de Ergin wisa gotiye: "Tu taybetiyeke ji bo vî hikumxwirî ji yên hikumxwirên din nayê nîşandan. Mafên yên din çi be, yê wî jî ew e."
Nûçe wisa dinivîse lê tam bû saleke tu hevdîtin bi Ocalan re nehatiye kirin. Ne parêzerên wî, ne jî malbata wî neçûne cem. Di dema ku hevdîtin çêdibû de parêzerên Ocalan digotin ku gelek caran rojnameyan nadin, yan jî dereng didinê. Her wiha parêzeran digotin ku rojnameyên wekî Ozgur Gundem, Azadiya Welat nadinê. Niha ji ber kes bi Ocalan re hevdîtinê çênake, encax bi gotinên Wezîrê Edaletê mirov bizanibe çi dibe yan nabe.