Diyarname
Piştî ku helwdana derbeya leşkerî hat şikênandin duh êvarê pênc malperên kesên muxalif ku ne alîgirên cemaetê ne jî hatin girtin. Ji van malperên Medyascope, Gazeteport, Rotahaber, ABC Gazetesi û Karşi Gazete bi biryara dadgehê hatin girtin.
Gerînendeyê Weşanê yê Medyascope Ruşen Çakir nivîsa xwe ya di malperê de ji ser Twitterê re weşand û got ku hûn dikarin VPN bikar bîne. Çakir ev salek e ji ser Medyascope re weşanê dike, kesên muxalif, demokrat derdixe weşanê. Berî hilbijartina 1'ê sermaweza 2015'an Çakir Hevserokê HDP'ê Selahattin Demirtaş jî kiribû mêvanê xwe.
Gerînendeyê Weşanê yê Gazeteportê Mustafa Hoş ji ser Twitterê re qedexeya li ser Gazeteportê ragihand û got ku ew niha lêkolînê dikin kî çima wisa kiriye.
Gerînendeyê Rojnameya ABC Merdan Yanardag jî ji bo astengiya malperê got: "Ev yek êrîşa li ser azadiya çapemeniyê ye û derbeyek nû ya paşverû ye."