FİLİZ DENİZ
Îsmet Şerîf Wanlî wekî 'berdevk û dîplomatê' kurdan dihat nasîn. Niha jibo wî li Lozanê abîdeyek hat çêkirin. Gora Serokê berê yê KNK'ê (Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê), dîrokzan, hiqûqnas û dîplomatê kurd Dr. ÎSmet Şerîf Wanlî li Lozanê bi granîtên spî hat çêkirin.
Serokê AFKİCV'ê (Komeleya Parastina Mîrateya Îsmet Şêrîf Wanliyê Kurd) Îhsan Kurt got ku ji bo şopên erdnîgarî di nava xwe de bihebînin wan projeya gor taybet çêkirine û wiha dom kir: "Me xwest gora ku em çêbikin divê têkoşîna neteweyî, xebata siyasî, dÎrokî, û erdnîgariya kurdan nîşan bide. Ji ber vê yekê me granîta spî bikar anî. Me xwest Çiyayê Agirî sembolîze bikin. Bi hunera destan kevirê serî ji bo Çiyayî Agirî sembolîze bike me çêkir û li ser vê jî 21 tîrêjên Roja Medê me danîn ser. Ev yek Newrozê û hilatina roê temsîl dike. Li aliyên lingên gor jî me golek ku Gola Wanê nîşan dide çêkir."
Hevalê Îsmet Şerîf Wanlî Li goristana Bois-de-Vauks a li Lozanê ye ku gora hevalê wî Nûredîn Zaza (di sala 1988'an de welat kir) û gora kurê wî Siyabend (di sala 2015'an de wefat kir) jî li heman cihî ye.
Ji Yenî Ozgur Polîtîkayê hatiye girtin