Diyarname
Îro li Amedê danişîna doza rojnameger Mehmet Ali Ertaş hebû. Di danişîna ku li 9'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê li dar ket de dadgehê salek û 3 meh cezayê hepsê li Ertaş birî.
Mehmet Ali Ertaş Berpirsê Karê Nivîsaran ê rojnameya Xwebûnê ye. Dadgehê bi îdîaya "Propagandaya rêxistinê kiriye" ceza li Ertaş birî. Dadgehê di heman demê de biryara "Bipaşvexistina Eşkerekirina Hukmê Biryarê" da. Bi vê yekê ev ceza bi paş ve tê xistin heta 5 salan, ger di nav 5 salan de carek din tiştek wisa bike cezayê didin kişandin.


