Amed
Li Amedê rojekê de merasima du xebatan hate kirin. Hevserokê BDP'ê Selahattin Demirtaş li wir bang li Wezîrê Karên Hundir ê Tirkiyeyê Îdrîs Naîs Şahîn kir û got: "Xweseriya Demokratîk ji bo te tiştek venager e. Nûnerê Îdrîs Naîm Şahîn li vê derê çi karê wî heye. Em ketin hilbijartinê hûn têk çûn. Wê çaxê hurmetê nîşanî gel bidin; ji dêvla hûn nûnerên gel bigirin bavêjin girtîgehê, tiştên xwe bidin ser hev û ji vir herin birê min."
16 hezar kes jê fêde dibînin
Li Amedê şaredarî xebatên xwe bi awayekî gur didomînin. Roja 6'ê tîrmehê nava rojê bi merasimekê projeya ava ji bo 44 gundên Amedê hate temamkirin. Midûriyeta Giştî ya DÎSKÎ bi diruşma "Bila gundên bê av nemînin" projeya ku ev salekê bû dabû dest pê kirin temam kir û bi merasimekê av bera gundan da.
Hevserokê BDP'ê Selahattin Demirtaş, Şaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Osman Baydemîr, mebûsen BDP'ê Ayla Akat Ata, Nursel Aydogan, Şaredarê Sûrê Abdullah Demirtaş, Şaredara Baglarê Yuksel Baran, Hevseroka BDP'a Amedê Zubeyde Zumrut, Mirûdê Giştî yê DÎSKÎ Fahrettin Çagdaş, muxtarên gundan û gel beşdarî merasima berdana avê bûn.
Bi vê xebatê 44 gundanê ku girêdayî Sûrê bûn ava wan çêbû. Serokê Giştî yê DÎSKÊ Fahrettin Cagdaş wisa got: "Bi vê projeyê 16 hezar kes dê bikaribin ava paqij vexwin. 210 rojan de ev xebata me temam bû û ji bo vê me 4.838.000 TL here xerc kir. Dirêjiya vê şebekeyê 120 kîlometre ye. Di temamê xebatê de 4 heb embarên avê, vanayên debî eyarê û 65 heb odeyên vantuz hene. Li gor vê sîstemê emê roja 2 hezar û 880 ton avê bidin gundan."
3 parkên mezin dê çêbin
Heman rojê êvarê jî bingeha çêkirina 3 parkên mezin ku dê Şaredariya Kayapinarê çêbike hate avêtin. Ev her sê park dê li ser 102 hezar metrekareyê bêne çêkirin. Ji bo avêtina xîma van li Parka 8'ê Adarê ya Bulvara Dîcleyê merasimekê hate li dar xistin. Ev her sê park dê di nav salekê de temam bibin. Ji van yek li ser 50 hezar metrekareyî tê avakirin ku dê bibe duyemîn parka herî mezin a Amedê. Di vê parkê de dê salona resepsiyonê ku têde cihê 400 kesî hebe û salona mehrkirinê jî dê hebe.
Şaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Osman Baydemîr li vir axavî û got: "Li ser vê erdnîgariyê xebata siyasetê wekî lixwekirina gomlekek ji êgir e. Lê em ji bo xizmetê bidin gel me ev gomlek li xwe kiriye. Bi hezaran siyasetmedarên me li girtîgehê ne lê bawerî û birxwedana gelê me dê van hevalan bigihîne azadiyê. Em wekî şaredarî em xebatên ku dê bi salan di bin xizmeta gel de be dikin. Îro çêkirina van parkan jî bi vî rengî ye. Şaredariyên me digel hemû dorpêçkirinên zordariyê yên siyasî û aborî jî xizmeta xwe ya ji bo gel didomînin."
Hevserokê BDP'ê Demirtaş jî got ku divê Şaredariyên AKP'ê ji xwe Şaredariyên BDP'e wekî mînak bigirin û ger wisa bikin dê tu pirsgirêkên herêmî yên gel nemînin. Demirtaş wisa got: "Ev Şaredariyên AKP'ê ku heta qirikê ketine nav deyn û rantê şaredariyên me wekî hedef nîşan dirin. Cîgirê Serokê Giştî yê AKP'ê yê ji şaredariyan berpirs dest ji kar û barê xwe benraye xwe tevî şaredariyên me dike. Girtin, înfazkirin, operasyonên her roj didomin têrê nakin, mufetîşên wan bi roj û bi şev ji avahiyên şaredariyên me dernakevin, nahêlin şaredariyên me nefesê bigirin."
Demirtaş got ku ji xebata ku 80 salan de Komara Tirkiyeyê kiriye Şaredariyên me di 10 salan de kiriye û wiha got: "Herin li Batman, Sêrt, Culemêrg û Wanê binêrin. Komara ku 80 salan de ew qas xebat nekiriye, şaredariyên me digel hemû zehmetiyan kiriye. Ev gel hêjayî xabeteke baştir e. Em deyndarê gelê xwe ne. Em kuçe û peyarêyan bi zêran bixemlînin jî em nabin layiqê berdêlên ku me dane. Kes nayê pirsgirêkên me çareser nake. Em xwe bi xwe, emê dest bidin hev û pirsgirêkên xwe çareser bikin."
Hevserokê BDP'ê Selahattin Demirtaş li wir bang li Wezîrê Karên Hundir ê Tirkiyeyê Îdrîs Naîs Şahîn kir û got: "Xweseriya Demokratîk ji bo te tiştek venager e. Nûnerê Îdrîs Naîm Şahîn li vê derê çi karê wî heye. Em ketin hilbijartinê hûn têk çûn. Wê çaxê hurmetê nîşanî gel bidin; ji dêvla hûn nûnerên gel bigirin bavêjin girtîgehê, tiştên xwe bidin ser hev û ji vir herin birê min. Vî gelê ji bo Xweseriya Demokratîk deng da me. Ne ku ji bo waliyê we werin bi ser me de zalimî bikin."