Diyarname
9'emîn Festîvala Şanoyê ya Amedê îsal 18'ê mehê dest pê dike û heta 27'ê mehê dê bidome. 19 lîstikên şanoyê ji bajarên cur bi cur dê bên û li Amedê derkevin pêşberî temaşevanan. Festîvala îsal bi diruşma "Bi hebûna xwe, bi xwebûna xwe" li dar dikeve.
Merasima destpêkirina festîvalê wê li Îskenderpaşa Konagi li dar bikeve. Îsal wê li salonên şaredarî jî lîstik bêne lîstin. Berî kayûman Şaredariya Bajarê Mezin piştgirî dida festîvalê lê bi kayûman re xebatên çandî rawestiyan. Piştî 8 salên kayûman niha festîval wê salonên Şaredariya Bajarê Mezin jî bikar bîne. Di vê çarçoveyê de li salona Şaredariya Bajarê Mezin Navenda Kongreyê ya Çand Amedê, li salona Çand Ma, li Şanoya Bajêr a Amedê lîstik bêne pêşkêşkirin. Lîstika "Gomidas" ku lehengê lîstikê ermenî ye, loma ev lîstik wê li Dêra Emmen a Surp Giragosê bê lîstin.
LÎSTIKÊN JI BAJARÊN CUR BI CUR
Ji Ûmriye, Seqiz, Duhok, Mêrdîn, Batman û Stenbolê lîstik bên Amedê. Lê ji ber derfet tune ne ji Rojava şano dê nikaribin bên Amedê. Di nav bernameyê de 5 jê bi tirkî, 14 bi kurdî bi temamî 19 lîstik hene.
Va ne lîstikên di nav bernameyê de:
- Buka Lekî (Şermola Performans)
- Afet İle Diana (BGST)
- Salma (Koma Hawar)
- Derwêş yan Gudû (Duhok)
- Efsaneya Hespên Azad (Ûrmiye)
- Kabil û Habil (Koma Ritiûel)
- Odip (Koma Ronya – Seqiz)
- Kral û Travîs (ŞanoAr)
- Çînur (Teatra Ba)
- Zîd û Han (Dubare Kumpanya)
- Mirina Jeanne D’arce ya din (Şanoya Bajarê Amed)
- Ceyran (Teatroger)
- Strip-Tease (Şanoya Bajarê Amed)
- Kalabalik Tiyatrosu (Fiziksel Tiyatro Araştirmalari)
- Bernarda (Tiyatro Proje No2)
- İnfaz (Şaneşin Performans)
- Otopsi (Golge Tiyatro Toplulugu)
- Gomidas (Yolcu Tiyatro)
- Rîuelîstîk Playroots
NÎQAŞÊN LI SER ŞANOYÊ
Di çarçoveya festîvalê de li ser şanoyê dê nîqaş çêbibin. Li gor vê, 19'ê mehê bi beşdariya Adil Hesen wê “Şanoya Başûrê Kurdistanê" bê nîqaşkirin. Roja 21'ê mehê bi beşdariya Erşak Reûf Darlakî, Perwîz Ahmedî "Şanoya Rojhilatê Kurdistanê" bê nîqaşkirin.
Li aliyê din 22'yê mehê bi beşdariya Rûgeş Kirici û Recep Îçen "Şanoya Bakurê Kurdistanê" û 27'ê mehê jî bi beşdariya Ferhat Keskin wê "Şanoya Diyasporayê" bê nîqaşkirin.
Ji bo yên bixwazin bilêtan bikirin lînk:
- FESTÎVALA ŞANOYÊ