Diyarname
Fîlmê muzîkal ê bi navê "Stranên Keziya Sor" ku qala dîroka têkoşîna jinan a cîhanê nîşan dide, li navendên çand û hunerê yên bajarê Qamişlo, Kobanî, Tebqa û Reqayê di heman kêliyan de hat nîşandayîn.
"Stranên Keziya Sor" fîlmekî muzîkal e û Şêro Hindê hem senaryoya fîlm nivîsiye, hem jî derhêneriya fîlmî kiriye.
Fîlm ji aliyê Tevgera Çand û Hunera Jin a Hîlala Zêrîn ve bi hevkariya Tevgera Çand û Hunerê ya Mezopotamyayê, Saziya Çandê ya Pargîn û Hunergeha Welat hatiye çêkirin. Di fîlmê 20 deqîqeyî de 200 jinan rol girtiye. Fîlmê muzîkal têkoşîna jinan nîşan dide.
Nîşandayîna fîlmî ya li Qamişloyê li Navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo li dar ket. Gelek kes beşdarî nîşandayînê bûn.
Li aliyê din fîlm li ser Youtube hatiye barkirin û yên bixwazin dikarin bê pere lê temaşe bikin.
KUNYE:
Senaryo-Derhêner: Şêro Hindê
Amadekirin: Bêrîtan Ruken, Delîl Mîrsaz, Bêkes Darî
Gotin: Îbrahîm Feqe, Delîl Mîrsaz
Muzîk: Mehmûd Berazî
Ji bo yên bixwazin li fîlm temaşe bikin: