Diyarname
Mebûsên HDP'ê li hemberî zagona ku AKP dixwaze derxe dest bi çalakiyan kirin û mebûs diruşman bilind dikin.
Hikumeta AKP'ê dixwaze zagoneke nû derxe ku ev zagon rayeyeke bilind dide polîsan; bi gotina gelek rojnamegerî, welat ber bi dîktatoriyê ve dibe. Ji bo ku ev zagon li meclisê neyê qebûlkirin mebûsên HDP, CHP û MHP ber xwe didin. Ev sê roj in li meclisê bi taybetî di navbera mebûsên HDP, CHP û AKP'ê de her şer heye. Îro Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan got çawa dibe bila bibe dê ev zagon derê. Li ser vê yekê, îro Serokê Dîwana Meclisê qet gotinê nade mebûsên muxalefetê. Li gor rêziknameya rêveçûna meclisê her xalek ku bê meclisê, li ser xalê ji bo fikrên xwe bînin cih divê mafê axaftinê ji bo mebûsên muxalifê bê dayîn. Lê îro Serokê Dîwana Meclisê (ku ji AKP'ê ye) ev xal binpê kir û mafê axaftinê nade mebûsên muxalefetê. Dîwan bêyî mafdayîna muxalefetê, hema her xalê dide dengdanê "Yên qebûl dikin, yên nakin, hat qebûlkirin." Bi vî awayî 4 xal erê kirin. Li ser vê yekê mebûsên muxalefetê ev yek wekî derbeyek li meclisê qebûl kir. Bi taybetî mebûsên HDP'ê derketin holê û wan dest bi çalakiya rûniştinê kirin. Mebûsên HDP'ê li pêşberî dîwanê çalakiya rûniştinê li dar xistin. Mebûsan li çepikan dan, diruşmên wekî "Bijî biratiya gelan", "Ev hê destpêk e, têkoşîn didome" bilind kirin û nehiştin mebûsê AKP'ê yê tê diaxive dengê xwe bigihîne meclisê.
Heta nîvê şevê ev xirecir dom kir û navbera dan meclisê.
***
...piştî saet 12'yê şevê dema ev nûçe hate amadekirin, hê nû navber dan rûniştina li meclisê...
***
Piştî navberê danişîna li meclisê dîsa dest pê kir. Mebûsên HDP'ê hê li kursiyê rûniştine, çalakiyê li dar dixin. Mebûsên CHP'ê li maseyan dixin û deng derdixin. Li aliyê din jî mebûsên AKP'ê xalan dixunînin û bêyî gotinê bidin mebûsên muxalefetê xalan dixwînin. Xirecir didome.
(Ev not saet 01.20'ê şevê lê hatiye zêdekirin)
***
Her carê Serokê Dîwana Meclisê 15 deqeyan navber dide, hin axaftin, xirecir çêdibin, dîsa navber... Niha careke din 15 deqe navber dan rûniştina meclisê.
(ev not saet 02.37'an de lê hatiye zêdêkirin)
***
Mebûsê CHP'ê Suleyman Çelebî mafê axaftinê girt. Çend deqîqeyên ku mafê wî ye axaftinê hebû tenê bi gotina "Bila Faşîzm Qehr Be" temam kir. Hema dawiya mafê xwe yê axaftinê ev diruşm avêt û çû cihê xwe rûnişt.
(ev not saet 03.03'yan de lê hatiye zêdekirin)