Diyarname
Komeleya Nivîskaran a Amedê ji bo piştgiriya Ali Fikri Işik ku naxwaze leşkeriya tirkan bike û li dadgehê jî bi kurdî parastinê dine daxuyaniyeke da çapemeniyê. Komele di daxuyaniya we de dibêje "Em wekî nivîskarên Kurd emê tu carî wî tenê nehêlin." Vaye daxuyaniya komeleyê:
"Li gelek welatên dinyayê kesên ku naxwazin biçin leşkeriyê tu desthilatdarî naçe wan kesan ji malên wan raneke û naxe girtîgehên leşkeriyê.
Alî Fikrî Işik çend meh berê gava ku jibo panelekê hatibû Amedê li otela lê dima hate girtin û piştî dadgehê jî wî şandin girtîgeha leşkerî ya Edirne’yê.Alî Fîkrî Işik jî wekî gelek kesan çûyîna leşkeriyê red kir.Ew jî li dijî kuştina mirovan derket û nexwest xizmeta desthilatdariya dewletên ku xwe li ser kuştina mirovan ava kiriye bike.Ew jî têr nekir Elî Fîkrî Işik xwest wekî mirovekî Kurd li dadgehê parastina xwe bi kurdî bike.Em dizanin li vê erdnigariyê redda wicdanî tiştekî xetereye,lê bi ser de tu Kurd be ev xeterebûn zêdetir dibe.Ew jî têr nekir gava ew kesa bixwaze li dadgeha bi zimanê ku jê nayê ‘fêmkirin’ xwe îfade bike xetereya herî mezin dest pê dike.Lê em dizanin kesên ku ji zimanê xwe tavîz nede ji kesayeta xwe û ji mirovatiya xwe jî tavîz nade.Alî Fîkrî Işik bi eşkerekirina xwe ya redda wîcdanî hilgirtina çêkê qebûl nekiriye.Berî wî jî ew dibû.Lê li gorî me tiştê herî pîrozer ew e ku çeka herî mezin;zimanê xwe li dijî milîtarîzmê ‘dirêj’ kiriye.Elî Fîkrî Işik tenê ne xwedî helwestekî pasîfîst e ew wêjekarekî Kurdî ye,rexnegir e.Em wekî nivîskarên Kurd emê tu carî wî tenê nehêlin.Heta bê berdan emê bi hemû hêz û quwweta xwe piştgiriyê bidênê.
Êdî di sedsala bîst û yekemîn de tu desthilatdarî nikare kesî bi zorê têxe bin sîvana milîtarîzmê.Dewleta Tirkiyê mecbûre ku zagonê xwe li gorî zagonên navnetewî biguherîne û vê zulma hanê ji ser serê hemwelatiyê xwe rake.Wekî ku di danezana gerdûnî ya mafê mirovan de hatiye destnîşan kirin; azadiya ramanî,ya wicdanî û ya olî mafê herkesiye."