logo
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Xêz
    • Foto-Nûçe
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
3 ROJ
  1. Şaredariya Peyasê wê alîkariya perwerdehiyê bide 1.000 xwendekaran
  2. Festîvala Fîlman a Bogazîçî tê
  3. Balafir bi leza 340 kîlometreyî li avahiyan ket
news-details

Rojnameyeke nû, 'Diyarname 29 Reşemî' hat belavkirin

  • Dîrok: 02/03/2024
  • Beş: Çapemenî

Diyarname

Malpera Diyarnameyê îsal kete sala xwe ya 19'an. Malpera ku heta niha şanenava xwe avêtiye bin gelek karên serketî vê carê kevneşopiyeke cuda da dest pê kirin; ew jî ev e: Wê 4 salan carek rojnameyek derxe. Koma malperê rojnameya bi navê "Diyarname 29 Reşemî" derxist û niha belav dike.

Her çar salan carekê meha reşemî 29 dikişîne. Rojek taybet e. Loma jî koma Diyarnameyê gotiye em ji bo vê rojê tiştek bikin û ji bo wê rojê biryara derxistina rojnameyê daye. Navê wê jî danîne "Diyarname 29 Reşemî". Niha hejmara wê ya 1'em derket û 4 salan din dê hejmara 2'yan derkeve.

2 HEVPEYVÎN

Rojname bi manşeta "Di dîroka çapemeniya kurdî de gavek nû: Rojnameya 4 salan carek" derketiye. Di rojnameyê de nûçe, hevpeyvîn, lêkolînên û nivîsên taybet hatine belavkirin.

Ji hevpeyvînan Cemil Oguz ligel derhêner û lîstikvana şanoyê Berfîn Emektar axiviye. Emektar dibêje, "Ligel destanên kurdî, em klasîkên dinyayê jî dikin malê şanoya kurdî". Her wiha hevpeyvînek jî ligel xwediyê Weşanên Morî Zarok Mem Bawer hatiye kirin û li ser pirtûkên zarokan hatiye sekinîn.

DOSYAYÊN TAYBET

Li Almanyayê çend kurd hene? Bersiva vê pirsê li holê nîn e, ji ber ku agahiyên teqez tune ne. Herî hindik heta niha wisa dihat zanîn, lê Zekî Ozmen ketiye dû vê meseleyê. Ozmen hem îstatîstîkên balkêş derxistine, hem jî gihîştiye encamek. Yek ji lêkolînên din jî li ser pirtûkên bi kurdî ye. Ji salên 90'î ve li Tirkiyeyê û Bakur çend pirtûkên bi kurdî derketine? Cemil Oguz sal bi sal ji salên 90'î ve heta niha encam pêşkêş kiriye. 

Li Amedê yekem car di sala 2001'ê de şaredariya kurdan festîvala çandê dabû dest pê kirin. Heta kayûm şandin ser şaredariyan ev kevneşopî bi awayên cur bi cur dom kir. Nivîskar Mem Mîrxan ku yek ji kesên di asta jor de di nav van xebatan de bû ji destpêkê ve qala meseleyê kiriye.

Ligel van, gelek nivîs û nûçeyên din jî hatine belavkirin. 

Li aliyê din Welat Dilken, Dilşêr Bêwar, Bedran Dere, Mîrza Ronî, Helîm Yûsiv, Suleyman Çevîk, Çiya Mazî, Xalid Sadinî û Bawer Yoyler bi nivîsên xwe têde cih girtine. 

Her wiha Îmam Cîcî jî ji bo vê hejmarê çend xêzên taybet çêkirine.

KOMA AMADEKAR A ROJNAMEYÊ

Rojname bi awayekî fermî di bin banê J&J'yê de derketiye û berpirsiyariya fermî Azad Zal girtiye ser milên xwe. Gerînendetiya Weşanê yê rojnameyê Cemil Oguz û edîtorên wê jî Dilşêr Bêwar, Welat Dilken, Zekî Ozmen û Dawûd Rêbiwar in. Her wiha rûpelsaziya rojnameyê jî Dawûr Rêbiwar çêkiriye. Li aliyê din wênesazê kurd Ahmet Guneştekîn alîkarî daye vê xebatê û heqê çapê girtiye ser milên xwe. Di karê belavkirinê de Nûbihar dê alîkariya rojnameyê bike.

LI KU PEYDA DIBE?

Di serî de Amed, Mêrdîn, Wan, Batman, Stenbol û Îzmîrê dê rojname here saziyên kurdan ên çandî û li wir bê pere bê belavkirin. Her wiha amadekaran gotiye yên bixwazin dikarin navnîşana xwe ji bo me bişînin ku em bi kargoyê bê pere ji wan re bişînin.

HESAÊN DIYARNAMEYÊ:
YOUTUBE: www.youtube.com/diyarnamediyarname 
MALPER: www.diyarname.com
TWITTER: twitter.com/diyarname1
FACEBOOK: facebook.com/diyarname
MAIL: diyarname@diyarname.com         

  

Parve Bike

Youtube Me

Hinarên kurdan, îstatîstîk û agahiyên girîng

news

Li ser konsera Koma Amed û Ciwan Haco 2 pirs

news

Omer Dilsoz: Lihêfka bêdengiyê

news

H. Kovan Baqî: Gotinên te stêrk in Nowalîsa

news

Diyarname Nûçe: Pirtûkeke nû a Îrfan Amîda Zenge şev #podcast #diyarname20salîye

news

Diyarname nûçe:Bi hezaran kitabê kurdî hêvî wendoxanê xwu yê #podcast #diyarname #diyarname20salîye

news

Hogir Berbir: Hêlîn ne tenê avahî ye, çîroka jingehê ye

news

DILDAya Selahattin Demirtaşî

news

Diyarname:Pirtûkeke helbestan, “Sola Qetiyayî” derket #diyarname #diyarname20salîye

news

Dilşêr Bêwar: Ez baş im

news

Yeqîn H.: Bîr

news

Kobanî û Cebelîtarik

news

Mesûd Qeya: Ro li ava ye

news

Omer Dilsoz: Em gelek hez ji hêkên gundan dikin

news

Festîvala FîlmAmedê bi xelatdayînê bi dawî bû #diyarname20salîye #podcast #diyarname

news

Film: Fîlmê Adîle Naşît tê

news

Dor 60 helbestên li ser evînî

news

Rewşa Îsmaîl Beşîkçî, 28.09.2025

news

Diyarname: Koma Amed li Amedê konserê dide #diyarname20salîye #diyarname #books

news

330 Saliya Mem û Zînê tê pîrozkirin #diyarname #diyarname20salîye #pirtûk

news
Çapemenî - Nivîsên Dawî
news
  • 24 10 2025

'Bar Helbest'eke nû derket

news
  • 22 10 2025

Xelata Sakharov didin du rojnamegeran

news
  • 15 10 2025

Xwîn çû ser mejiyê rojnameger Huseyîn Aykol

news
  • 14 10 2025

Cenazeyê rojnameger Demhat Akar birin Mûşê

news
  • 13 10 2025

Mejiyê rojnameger Hakan Tosun îflas kir

news
  • 26 09 2025

ROJNEWS Tirkî jî tê betalkirin

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Kuştina Weşanger

  • Dilşêr Bêwar
news

Suryanî bi kurdî lavayî Xwedê dikin!

  • Hogir Berbir
news

ev ne helbest e seba vê demsalê

  • Mesûd Qeya
news

Kîjan rastî?

  • Dilşêr Bêwar
news

Pelê darê û nefesa bê

  • H. Kovan Baqî
news

Piştî xwîna min guherî xuyên min jî guherîn!

  • Kazim Polat
news

‘Helal Et’, ‘Helal Kurdçe’

  • Cemil Oguz
news

Lihêfka bêdengiyê

  • Omer Dilsoz
news

Gotinên te stêrk in Nowalîsa

  • H. Kovan Baqî
news

Hêlîn ne tenê avahî ye, çîroka jingehê ye

  • Hogir Berbir
news

Ez baş im

  • Dilşêr Bêwar
news

Bîr

  • yeqîn h.
news

Ro li ava ye

  • Mesûd Qeya
news

Em gelek hez ji hêkên gundan dikin

  • Omer Dilsoz
news

Heke gotin xwîn bibin, ev nivîs ê bibe dilekî sekinî

  • H. Kovan Baqî
Ev jî hene
ad

Dilopê berê xwe daye 100 berê ya Koçgirî

ad

15 meh cezaya hepsê li Beşikçî birîn

ad

Gelo di 2010’an de çend pirtûkên kurdî nehatin weşandin?!

ad

Seydayê Cegerxwîn tê bibîranîn

ad

Fîlmên Pêşbaziya Festîvala Enqereyê diyar bûn

ad

Beytên helbestvanên kurd li erdê neqişandin lê nîqaş jî çêbûn

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Şaredariya Peyasê wê alîkariya perwerdehiyê bide 1.000 xwendekaran

  • 06 11 2025
news

Festîvala Fîlman a Bogazîçî tê

  • 06 11 2025
news

Balafir bi leza 340 kîlometreyî li avahiyan ket

  • 05 11 2025

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Aynur Aras
  • Aytenxan
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Mîrza Ronî
  • Nûdem Hezex
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Foto-Nûçe
    • Foto-Nûçe
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî

Copyright © 2005-2025 Diyarname