Diyarname
Roja 15'ê Reşemî li dinyayê wekî "Valentine's Day" tê pîrozkirin. Piranî wekî "Roja Evîndaran" tê hesibandin.
Îdîa ew e ku Berî Mîladê keşeyekî bi navê Valentin jiya ye. Papa Gelasius (Piştî Mîladê 496'an de miriye) li ser Keşe Valentin nivîsiye û gotiye, "Wî li ser rêya Xwedê jiyana xwe xerc kiriye."
Li gor qeydên aîdê salên 1400'î ji ber ku Keşe Valentîn li Romayê alîkariya zewicandina du kesan kiriye ji aliyê Împarator Claudius ê 2'yemîn ve bi serjêkirinê hatiye kuştin.
Ev roj jî ji wir tê. Bi sedan salan e vê rojê tê pîrozkirin, lê piştî gurbûna bayê kapîtalîzmê vê rojê jî şikil guhart. Di sedsala 19'an de bû amûrê diyariyan, kirîna tiştan. Bi vê rojê re piyaseya dan û standinê bazareke mezin bi dest xist.
Li dinyayê her sal bi mîlyar dolaran vê rojê pere tê xerckirin. Mînak Li gor agahiya Federasyona Amûrên Perakende ya Neteweyî ya DYA'yê (Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê) di sala 2018'an de ji bo Roja Evîndaran 20 mîlyar dolar pere hatiye xerckirin. Li gor agahiyên fermî li DYA'yê serê kesî 147 dolar pere di vê rojê de xerc dike.
Li Tirkiyeyê di sala 2021'ê de pandemî hebû lê bi ser online re tiştin hatin xerckirin. Ji bo vê rojê telefon, tablet, PlayStation, amurên elektrîkê, xecrkirina li hotelan, bi giştî wê salê 12 mîlyar TL pere hatiye xerckirin. Di sala 2022'yan de dor 15 mîlyarî hatiye xecrkirin. Û ev piyase her ku diçe bilindtir dibe.