Diyarname
Her ku diçe partiyên siyasî berendamên xwe yên şaredariyan eşkere dikin. DEM Partî niha eşkere kir ku dê li 7 bajarên Tirkiyeyê yên aliyê rojavayê Tirkiyeyê berendamên xwe nîşan bidin.
Berdevka Dem Partî Ayşegul Dogan daxuyanî da çapemeniyê.
Dogan got li bajarên wekî Enqere, Antalya, Bolu, Konya, Kocaelî, Kayserî, Samsûnê berendamên xwe nîşan bidin.
Li aliyê din Dogan diyar kir ku li bajarên kurdan rojên 13-14'ê mehê ji bo berendamên xwe dê pêşhilbijartinê pêk binin û ji bo vê yekê dê 100 hezar delegeyên wan derg bidin. Li gor gotina Dogan li 90 herêmên hilbijartinê dê pêşhilbijartinê çêbikin.