Cemil Oguz
36'emîn Festîvala Fîlman a Stenbolê îsal bi 200 fîlmî derdikeve pêşberî temaşevanan. Fîlmê derhêner Kazim Oz "Zer" jî yekemîn car di festîvalê de tê nîşandayîn.
Bernameya Festîvala Fîlman a Stenbolê hat eşkerekirin. Li ser nûbûnên di festîvalê de Midûrê Giştî yê ÎKSV'ê Gungor Taner axivî û got ku îsal yekemÎn car festîval bê sporsoprê bingehîn ku ji sisêyan butçeya festîvalê ji wir dihat li dar dikeve. Taner bal kişand ser girîngiya "Koprude Buluşmalar" ku ev bi xebata atolyeya û bi xelatan kedê dixe nava endustriya fîlman a Tirkiyeyê. Taner li ser nûbînek din jî wisa got: "Heta niha ji bo nava hefteyê seansên nava rojê bilêt 5 TL bûn, îsal ji bo xwendekaran me ev yek daxist 1 TL'yî. Em bi vê dikin ku zêdetir xwendekar xwe bigihînin fîlman û lê temaşe bikin."
187 metrajdirêj, 17 kurtefîlm
Dûre Dîrektorê Festîvalê Kereme Ayan axivî, qala naveroka bernameyê kir. Festîval di navbera 5-15'ê avrêlê de, di bin 21 beşan de ji 61 welatan dê 203 fîlmên 207 derhênerî nîşan bidin. Ji van 186 fîlmên metrajdirêj û 17 kurtefîlm in.
Di warê Pêşbaziya Navneteweyî û Neteweyî de Şelata Laleya Zêrîn, di warê belgefîlman de Xelata FACE û her wiha di warê pêşbaziya belgefîlm û kurtefîlman de dê xelat bêne dayîn. Festîval îsal bi diruşma "Serê xwe rake" li dar dikeve. Ji ber temaşvan êdî di nav kompîturan, an telefonên destan de winda dibin wan diruşma "Serê xwe rake" hilbijartine û dibêjen "Serê xwe rake, here li fîlman temaşe bike."
"Zer"ê Kazim Oz yekem car tê nîşandayîn
Derhêner Kazim Oz ku herî dawî fîlmê xwe yê metrajdirêj "Bahoz" di sala 2008'an de kişandibû ji wê rojê de ji bilî hin belgefîlman fîlmê metrajdirêj nekişandibû. Oz piştî ew qas sala niha bi fîlmê xwe yê nû "Zer" derdikeve pêşberî sînemahezan.
Zarîfe di sala 1938'an de li Dêrsimê êş kişandiye û ev êşên xwe bi van stranan aniye ziman. Zarîfeyê nasname, paşeroj û êşên ku kişandine di van stranan de veşartine. Dema Zarîfeyê ji ber nexweşiya qansêrê dibin New Yorkê hli wir ew û neviya wê Jan hev nas dikin, nêzî hev dibin û jiyana Jan diguhere. Jan dikeve dû van stranan. Fîlmê "Zer" çîroka Janê derdixe pêşberî temaşevanan. Fîlm çîroka lêgerîna Janê ya ji New Yorkê heta Dêrsimê ye. Gelo di dawiya çîrokê de dê Jan bigihîje xwe û paşeroja xwe? Fîlm 11'ê mehê (saet 21.30) li Salona Atlasê tê nîşandayîn.
Fîlmê Kazim Oz hem di beşa Pêşbaziya Navneteweyî hem jî di Pêşbaziya Neteweyî de ye.
Di Pêşbaziya Navneteweyî de ev 13 fîlm hene ku dê bikevin dû Laleya Zêrîn:
• Bu Ulke Bizim / This is Our Land / Lucas Belvaux (Fransa-Belçîka)
• Benim Mutlu Ailem / My Happy Family / Nana Ekvtimishvili, Simon Gros (Gürcistan-Almanya-Fransa)
• uvarlar Arasinda / In Between / Maysaloun Hamoud (İsrail)
• Elleri Olmayan Kiz / The Girl Without Hands / Sébastien Laudenbach (Fransa)
• Cinsler / Weirdos / Bruce McDonald (Kanada)
• Lady Macbeth / William Oldroyd (İngiltere)
• Zer / Kazım Oz (Turkiye-Almanya)
• Ornitolog / The Ornithologist / João Pedro Rodrigues (Portekiz-Fransa-Brezilya)
• Manifesto / Julian Rosefeldt (Almanya-Avustralya)
• 93 Yazı / Summer 1993 / Carla Simon (İspanya)
• Ev / Home / Fien Troch (Belçika)
• Kasting / Casting / Nicolas Wackerbarth (Almanya)
• Hayvanlar / Animals / Greg Zglinski (İsviçre-Avusturya-Polonya)
"Zelal" û "Birayên Bêdengiyê" li nav kurtefîlman e
Di beşa Pêşbaziya Neteweyî de 12 fîlm hene ku 7 ji wan yekemîn fîlmên derhênerên wan in ku ev 7 fîlm di nav "Pêşbaziya Fîlmên Yekem ê Seyfi Toraman" de jî cih digirin.
Di nav Pêşbaziya Belgefîlman de 9 belgefîlm hene. Yek ji wan bi kurdî ye: "Birayên Bêdengiyê". Belgefîlmê ku Taylan Mîntaş kişandiye çîroka dîn û kerrekî yên bi navê Tosa û Çao dike.
Di nav Pêşbaziya Kurtefîlman de jî 11 kurtefîlm hene. Yek ji wan jî bi navê "Zelal" kurtefîlmekî bi kurdî yê derhêner Filiz Işik Bulut e.
Salonên sînemayê
Îsal fîlm li Beyogluyê li salonên Atlas, Beyoglu, Muzeya Pera û Navenda Çanda Îtalyan; li Nîşantaşi li 2 salonên Cinemaximum, li Leventê li Cinemaximum a Kanyonê û li Kadikoyê li du salonên Reksê têne nîşandayîn. Her wiha tenê rojên 11 û 12'yê mehê saet 19.00 û 21.30 de li Cinemaximuma Zorlu Center jî fîlm dê bêne nîşandayîn.
Her roj di seansên 11.00, 13.30, 16.00, 19.00 û 21.30 de fîlm têne nîşandayîn. Îsal ji bo xwendekaran nava hefteyê seansên 11, 13.30 û 16'an de bilêt bi 1 TL'yî ne. (Ev seans ji bo kesên din 8 TL ne.) Seansên din (nava hefteyê seansên 19 û 21.30 û seansên dawiya hefteyê) bilêtên tam 20 TL, yên daxistî bi 14 TL'yî ne. Fîlmên li Muzeya Perayê bi 8 TL'yî têne firotin.
Ji bilî nîşandayîna fîlman çalakiyên din wekî konser, gotûbêj jî dê di festîvalê de li dar bikevin. Roja 25'ê adarê dê dest bi firotina bilêtên fîlman bêne kirin. Ji ser Biletiks, yan jî
Ji bo agahiyên firehtir:
**
Nûçeyên Eleqedar:
- Gelek fîlmên klasîk dibin mêvanên festîvalê
- Taylanên Bira bûn Serokên Juriyê
- 'Anayurt Otelî' bi awayekî nûkirin dê bê nîşandayîn