Diyarname
Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari û Tûncer Bakirhan çûn Girtîgeha duh çûn Girtîgeha Kandirayê, îro jî çûn Girtîgeha Edîrneyê. Mijar hilbijartina herêmî bû.
Hatîmogûllari û Bakirhan, duh li Girtîhgeha Kandirayê bi Hevseroka berê ya HDP’ê Fîgen Yuksekdag, Hevşaredara Berê ya Amedê siyasetmedar Gultan Kişanak, Semra Guzel û Nûrhayat Altûnê re hevdîtin pêk anîn.
Îro jî her du çûn Girtîgeha Edîrneyê û bi Hevserokê berê yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş û Hevşaredarê berê yê Bajarê Mezin a Amedê Selçuk Mizrakli re hevdîtin kirin.
Li ser van hevdîtinan Bakirhan û Hatimogullari daxuyaniyeke nivîskî belav kirin. Wan di daxuyaniyê de gotin ku li ser hilbijartina herêmî hevdîtin çêkirine, guh dane pêşniyar û dîtinên siyasetmedaran.
Her du Hevserokên DEM Partî wisa gotin: "Me der barê stratejiyên xwe yên li ser pirsgirêka kurd, grevên birçîbûnê û hilbijartinên herêmî de danûstendin çêkirin. Hevalên me bi pêşniyarên xwe kedek xurt dan partiya me û vê keda xwe didomînin. Li her du girtîgehan hevrêyên me yên em çûn serdana wan bi moral bûn, bawerî û biryardariya wan di asta bilind de bû. Di serdema pêşiya me de ji bo sazkirina aqilê hevpar dê hevdîtina me ya ligel herêyên me bidome. Ji bo azadiya hemû hevrêyên me dê têkoşîna me bidome."
Li aliyê din her du hevserokan got ku wan li ser navê partiyê, gel, pêkhateyên partiyê, saziyên civaka sivîl û hemû dost û hogiran sersaxî ji bo Demîrtaş xwestiye, Demîrtal jî ji ber xwedîderketina li şîna bavê wî malavayiya li her kesî kiriye.