Diyarname
Pirtûka nû ya helbestan a Welat Dilken bi navê "41+1" ji weşanên Nûbiharê derket
Nivîskar Welat Dilken yek ji kedkarên Diyarnameyê ye. Wî heta niha 10 pirtûk derxistine. Niha bi pirtûkek nû li pêşberî xwendevanên kurdî ye. Pirtûka wî ya nû bi mijara xwe balkêş e. Pirtûka wî "41+1" ku ji Nûbiharê nû derket, helbestên têde bi temamî helbestên evînê ne. Helbestên di pirtûka 41+1'ê de di çil yek roj û rojekê de hatine lêkirin.
Destpêkê de helbestkar navê pirtûkê wekî; 'helbestên çil û yek saliyê' daniye, paşê ji ber rojên nivîsandina wan helbestan û hêmaya sereke ya di helbestan de nav wekî 41+1 hatiye danîn.
Pirtûk ji du beşan pêk tê, beşa pêşî 41 helbest beşa diduyan ji helbestekê pêk tê. Li gel 41'ê di helbestan de hemaya din a sereke evîn e.
Helbestkar di 41+1'ê de emrê xwe dike du beş; beriya çil û yekan û piştî çil û yekan û evîn...
Va ye helbestek ji pirtûkê:
Veguherîn
li ber kevirekî ‘zeman’ lê neqişandî jinekê ez ji siyê afirandim
ji malzaroka wê ber bi malzaroka te; li ser pireke bi stûnî di bin re dem diherike di ser re ez dimeşim
*
Welat Dilken kî ye?
Welat Dilken di bihara 1975'an de li gundê Dolê ya Semsûrê hatiye dinê. Nivîs û helbestên wî di kovarên wekî Tîroj, Çirûsk, W û di malperan de hatine weşandin. Wî demek di rojnameya Ewropres nivîsî. Demek dirêj e di Diyarnameyê de qunciknivîskarî dike û kedê dide Diyarnameyê. Di pêşbaziyên Huseyîn Çelebî û Feqî Huseyîn Sagniç de helbestên wî xelat girtine.
Pirtûkên wî ev in:
- Ken deyndarê giriyê ne, Helbest, Weşanên Belkî, 2006
- Sî bi rojê xweşik e, Helbest, Weşanên Lîs, 2009
- Şeva dawî, Roman, Weşanên Lîs, 2012
- 29 kul, 29 gul, Helbest, Weşanên Ronahî, 2012
- Siya derizî, Helbest, Weşanên Ronahî, 2012
- Neynik û hinek, Helbest, Weşanên Ronahî, 2013
- Stêrka xuricî Ferat, Roman, Weşanên Peywend, 2016
- Me Herî pir ji helbestkaran bawer kir, Ozgur Doga (wergera ji tirkî Welat Dilken), Weşanên Lîs, 2016
- Kevir û tiştên din, Helbest, Weşanên J&J, 2017
- Orîjîn, Çîrokên Mînînal, Weşanên Avesta, 2019
- 41+1, Weşanên Nûbihar, 2023
Wekî notek: Fûara Pirtûkan a Amedê îro dest pê kir. Yên bixwazin dikarin li fûarê ji Standa Nûbiharê pirtûkê bigirin.
- 41+1 / Welat Dilken / Weşanên Nûbihar / Helbest / 54 rûpel / 2023
***
Hesabên Diyarnameyê:
twitter.com/diyarname1
- facebook.com/diyarname
- instagram.com/diyarname1
- youtube.com/diyarnamediyarname